Ji Newroza Geverê çend wêne 2026-03-19 10:59:42   COLEMÊRG - Li Geverê, duh bi hezaran kesan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û peyama ji bo azadiya Abdullah Ocalan yekitî divê dan û Newroz pîroz kirin.   Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi dirûşma, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li qada fûtbolê duh Newroz hat pîrozkirin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî, dayikên aştiyê û bi deh hezaran welatî bi cil û bergên neteweyî, bi rengên kesk, zer û sor qada Newrozê xemilandin. Li qadê coş û kelecaneke mezin hebû û dirûşmeyên, “Bîji Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” deng da. Di pîrozbahiyê de ciwanên Geverê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan hîlgirtin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin. Her wiha Endamê Konseya PYD'ê Salîh Muslim jî nehat jibîrkirin.    FOTO: Oznûr Deger