Ji bo Newroza Amedê bangewazî 2026-03-19 09:07:43   AMED - Ji bo Newroza Amedê ku 21’ê Adarê dê pêk bê endama Komîteya Amadekar a Newrozê Demet Ceylan bangewazî kir û got werin daxwaz û peyamên xwe bi hevre qîr bikin.   Di 21’ê Adarê de li Qada Newrozê ya Amedê bi dirûşmeya “Newroza aştî û yekîtiya demokratîk” ve dê miting bê lidarxistin. Mitînga ku dê saet di 10.00’an de destpê bike, amadekariyên wê didomin. Her wiha di Newroza Amedê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, Leyla Zana, Çetîn Arkaş û Veysî Aktaş dê wek axaftvan cih bigirin. Her wiha hunermend Koma Agirê Jiyan, Alend Hazîm, Zinar Sozdar, Dîlan Top û Erkan Top dê derbikevin ser dikê û koma govendê jî dê derkeve ser dikê.    Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Demet Ceylan ji bo Newroza Amedê bangewazî kir.   ‘Newroz ji bo Rojhilata Navîn xwedî wateyek cuda ye’   Demet Ceylan, anî ziman ku amadekariyên ji bo Newrozê hîn berdewam dikin û got ku ji bo amadekariyê kedek mezin tê dayîn. Demet Ceylan destnîşan kir ku Newroza îsal bi taybetî ji salên borî cudatir û girîngtir e û wiha domand, “Newroza îsal bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn gelek girîng û wateyek wê heye. Di vê Newrozê de hemû gel dê bikaribe daxwazên xwe bi awayekî azad qîr bike. Bi taybetî ji bo Gelê Kurd ev Newroz gelek girîng e. Ji bo aştî û wekhevî bandorê li hemû gelên Rojhilata Navîn bike ev Newroz gelek girîng e.”   ‘Ji ber bangê Newroza îsal girîng e’   Demet Ceylan destnîşan kir ku Newrozên salên borî û îsal bi coşek mezin ji aliyê jin, ciwan û hemû gelan ve wek Newroza azadî, aştî û têkoşînê tê pêşwazîkirin û got, “Newroza 2026’an piştî banga 27’ê Sibatê ya Birêz Ocalan ve xwedî girîngiyek mezin e. Em wek Gelê Kurd Newrozê wek sala aştî, azadî û demokrasiyê dibînin û dengê xwe bilind dikin. Em bi mîlyonan gelê xwe vedixwînin qada Newrozê. Her sal tevlîbûn ji xwe zêde ye, lê em dibêjin werin em îsal zêdetir tevlî vê Newrozê bibin. Werin em bi hevre dengê azadî, aştî, wekhevî û demokrasiyê bilibd bikin.”   Bangawazî   Demet Ceylan di dawiyê de bang li hemû gelan kir ku tevlî Newrozê bibin û got ku bila werin bi hevre daxwazên xwe bilind bikin.