Rapora NY: Êrişa dijî Girtîgeha Evînê sûcê şer e 2026-03-17 15:13:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Rapora NY, ji aliyê Îsraîlê ve hedefgirtina Girtîgeha Evînê wek sûcê şer bi nav kir, binpêkirinên mafan ên sîstematîk ên li Îranê xist çarçoveya "Sûcê li dijî mirovahiyê".   Heyeta Pispor a Neteweyên Yekbûyî, êrîşa Îsraîl ya di Hezîrana 2025’an de li dijî Girtîgeha Evînê wek "Sûcê şer" nirxand. Di rapora ku li Cenevre hatî pêşkêşkirin de, hate diyarkirin ku êriş ne hedefa leşkerî ye, bal kişand ser binpêkirina mafê mirovan a li Îranê.   Di raporê de hate diyarkirin ku di vê êrîşa ku nêzî 80 kesan jiyana xwe ji dest daye de ne ‘hedefek rewa ya leşkerî’ ye. Hate îfadekirin ku Girtîgeha Evînê wek girtîgehek ku girtiyên siyasî lê tê girtin tê zanîn.   Seroka Heyeta Pispor ya NY Sara Hossaîn, diyar kir ku mudaxeleya leşkerî ya derve, îhtimala ku li Îranê rê li ber guherînek siyasî ya mayînde veke gelek kême, îfade kir ku ev gav ‘metirsiya zêdekirina zexta hundirîn zêde bike’ bi xwere anî.   Li aliyê din, di raporê de rayedarên Îranê jî bi binpêkirinên cidî yên mafê mirovan sûcdar kir. Da zanîn ku di nava van binpêkirinan de binçavkirinên kêfî, îşkence, tundiya zayendî, zexta dijî jinan û bûyerên kuştinan hene, da zanîn ku pêkanînên tê kirin dikeve çarçoveya "Sûcê li dijî mirovatiyê".