Li Silêmaniyeyê di encama ketina dironeyê de zarokek birîndar bû 2026-03-12 10:09:44   NAENDA NÛÇEYAN -Droneyek li taxeke Silêmaniyeyê ket. Di encamê de zarokek birîndar bû û xisar li malan bû.   Li taxa Qalaw a Silêmaniyeyê, droneyek serê sibehê li herêmeke sivîlan ket. Piştî teqînê dengekî bilind hate bihîstin.   Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber ketina droneyê zarokek birîndar bû û xisareke madî ya giran li 6 malan bû.   Ji doh bi şev û vir ve gelek herêmên Başûrê Kurdistanê dibin hedefa êrişan. Ji ber ku êriş li qadên sivîl têne kirin, gel ketiye nava fikaran.