ROJEVA 11'YÊ ADARA 2026'AN 2026-03-11 09:00:00   * Endama Komeleya Jinan a Mîmozayê Şehrîban Şeker banga yekîtiya neteweyî dubare kir û teqez kir ku divê jinên ciwan di têkoşînê de roleke pêşeng bigirin û got, “Barê şer li ser bedena jinan e; niha dem dema yekîtiyê ye.” DÎMEN HEYE    * Femînîst, akademîsyen Shahrzad Mojab da zanîn ku li Rojhilata Navîn polîkayên şer û rejîmên otorîter bi taybet jinan bi hilweşînên mezin re tînin rû hev û got şerê li Îranê nikare jinan di navbera emperyalîzm û fundamentalîzmê de bifetisîne.  DÎMEN HEYE   * Eyno ku sê zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kir, tevî hemû êş û zextan baweriya xwe ya bi azadiyê winda nekir.    *Sekretera Giştî ya KCDP’ê Şîrîn Yalincakoglu da zanîn ku zêdebûna qetilkirina jinan û mirinên bi guman yên jinan ne tesadufe û got: “Bi veşartina daneyên rast pêşî li qetilkirinan nayê girtin. Bi pêkhatina 6284 dikare pêşî li qetilkirinan bê girtin.” BI DÎMEN    *Jinên tevli deklerasyona Newroza Stenbolê bûn gotin: “Ev banga ji bo Newrozê ne tenên wek sembola dîrokî, wek platforma demokrasî û piştevaniyê ya gerdunî ye. Ji bo hemû, şoreşger û hêzên pêşketî li dijî vî şerî bin berpirsyariyê didin ser milê me. Em bang li hemû kesî dikin ku li qadên Newrozê bên gel hev û li dijî zilmê agir gur bikin." DÎMEN HEYE   * Lêpirsîna Okay Gur ku di çarçoveya Pakêta Dadwerî ya 11’emîn de ji girtîgehê hatibû berdan û demek kurt piştî wê Rojda Yakişikli qetil kiribû, berdewam dike û biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê hîn jî didome.   *Di doza destdirêjiya di 2025’an de  li hember zarokê hat kirin de geşedanek nû ya skandal derket holê. Gumanbar Mehmet Gurî Akin di daxwaznameya fermî de îfadeyên ‘li gorî endama DNA’yê bavê bebekê ez bim bila zarok wek ewlad bêdayîn’ bi kar anîn. Gumanbar sûc bi vî awayî jî îtîraf kir, lê tevî vê hîna gumanbar nehatiye berdan.