Li Cizîrê Meşa 8'ê Adarê: Jinên azd civaka azad in 2026-03-07 14:15:01   ŞIRNEX - Li Cîzîrê, bi hezaran jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û peyama "Jinên azad, civaka azad in" dan.   Tevgera Jinên Azad (TJA) di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li navçeya Cîzîrê ya Şirnexê pîrozbahî û meşek li dar xist. Jin li Parka Botaş a Taxa Nurê li hev civiyan û li ber stranên Kurdî govend gerandin. Bi hezaran jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdarî çalakiyê bûn.   Piştî pîrozbahiya bi coş, jin bi pankartek ku li ser "Em bi berxwedanê û bi destxistina azadiyê civatek demokratîk ava dikin" ber bi avahiya navçeya DEM partiyê ve meşiyan.   Di tevahiya meşê de, dirûşmên "Jin jiyan azadî"  û "Bijî berxwedana jinên Kurd" hatin berzkirin. Dovîzên bi nivîsa "Jin, jiyan, azadî", "Em wekheviyê dixwazin" û ji bo peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî  "Silavên te, li ser seran li ser çavan" hatin hilgirtin.   'Jinên azad, civaka azad in'   Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn. Aktîvîsta TJA 'yê Hatîce Oncu ku daxuyanî da, jinên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got, "Jinên azad civatek azad ji me re hiştin. Bi berfirehkirina vê mîratê, em ê zihniyeta jinên azad ava bikin. Bêyî vê, civatek demokratîk nabe. Bi hezaran salan e ku jinan li hember hêza zihniyeta serdest a mêran li ber xwe dane. Em ê têkoşîna xwe li her derê berfireh bikin heta ku felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' li çaraliyê cîhanê belav bibe. Niha, bi dirûşma 'Dema jinan e', em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ji bo xwe bingeh bigirin.   Şoreşa Rojava hate silavkirin   Wekî TJA, em di 8'ê Adarê de Şoreşa Rojava silav dikin. Şoreşa Rojava şoreşek jinan e. Parastina Rojava parastina jinên azad e. Hûn nikarin rêxistinên me hilweşînin. Ew rêxistin bûne ala berxwedanê. Em silavên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji jinan re şandiye digirin û em bi hezaran silavan ji Cizîrê dişînin Îmraliyê. Heta ku azadiya Fîzîkî ya Rêber Ocalan misoger bibe li qadan bin."   'Dê peyama Abdullah Ocalan rêya jinan ronî bike'     Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê, Newros Uysal Aslan jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji jinan re şandiye silav kir û got, "Peyam dê sibê were xwendin. Peyam dê rê li ber jinên Kurd ronî bike Em ji vir bi hezaran silavan dişînin."   Girseyê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bersiv da silavê.   Piştî daxuyaniyê, jinan bi stranên Kurdî  govend gerandin.