Li Bulamê 8'ê Adarê: Em ê aştiyê pêk bînin 2026-03-07 13:52:25   SEMSÛR - Di hevdîtin jinan a li Bulamê de, peyama hevgirtin û rêxistinbûnê hat dayîn û hat gotin, "Em ê aştiyê ava bikin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li bajarokê Bulam  yê Semsûrê bi dirûşma "Em bi berxwedanê xwe azad dikin, civakek demokratîk ava dikin" hevdîtina jinan li dar xist. Hevdîtina ku gelek jin beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.   Hevseroka Navçeya Çelikhan Meral Çalışkan di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser wate û girîngiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê. Meral Çalişkan got, "Bersiva herî xurt ku em dikarin li dijî her cûre zilm û newekheviyê bidin têkoşîna me ya rêxistinkirî û hevgirtina bênavber e. Ji ber vê yekê, 8'ê Adarê, Roja Jinan  a Cîhanê, ne tenê rojek bîranîn û pîrozbahiyê ye,  di heman demê de rojek hişyarî û hevgirtinê ye. Ez 8'ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê, bi rêz, evîn û spasdariyê li hemû jinên ku bi keda xwe cîhanê xemilînin pîroz dikim. Bijî hevgirtina jinan, bijî têkoşîna jinan, Jin, Jiyan, Azadî!"   'Berpirsiyariya me ye ku em vê pergalê biguherînin'   Hevşaredara BulamÊ Kamîle Ocak, tekez kir ku tundî li her derê cîhanê berdewam dike û got, "Em di qonaxek girîng de ne ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd. Bê guman, ev pêvajo ji bo me têkoşînek e. Hemû jin, bi taybetî jinên Elewî, hewceyê demokrasî û aştiyê ne. Ez girîng dibînim ku di çalakiya me ya 8'ê Adarê de vê yekê diyar bikim: israr û têkoşîna me ya ji bo jiyanek wekhev û demokratîk, bi aştiyê û bi hemû cudahîyên xwe re, pir girîng e. Li herêmek ku her roj 3 jin têne kuştin, berpirsiyariya me ye ku em vê pergalê biguherînin da ku em bikaribin bijîn."   'Em ê avakirina jiyanê berdewam bikin'   Aktîvîsta TJA'yê Nesrîn Akgül jî diyar kir ku 8'ê Adarê bi qetlîamên jinan, lê di heman demê de bi têkoşîneke cidî ya jinan tê naskirin û got, "Em bi agahiyên qirkirina jinan dikevin 8'ê Adarê. Di heman demê de, em, wekî jinên ku li hember vê yekê berxwe didin û nerazîbûnê nîşan didin, dikevin 8'ê Adarê û dibêjin, 'Niha dema jinan e', 'Jin jiyan, azadî'. Ji ber ku em bi têkoşînê bi ser dikevin, ji ber vê yekê tu êş û mirin nikare me bitirsîne. Em jiyanê diçînin û dibêjin ku piştî her mirinê, yek dimire, hezar digihên. Li Rojava, ku şoreşa jinan pêk hat, çeteyan ne tenê jin kuştin, lê di heman demê de nekarîn cenazeyên wan tehemûl bikira û ev yek ji tevahiya cîhanê re eşkere kirin. Dema ku ev yek kirin şerm jî nekirub. Wan porê jina ku kuştine û jê kirine nîşan dan û gotin, 'Ev tiştê ku hûn heq dikin e'. Me jî got em ê li dijî vê têkoşîna xwe mezin bikin."   Hevdîtin bi belavkirina kulîlkan li jian û bi bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.