TJA: Bi deng û rengê felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' em li her derê ne 2026-03-05 11:33:08   AMED - TJA'yê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê vîdyoyek nû li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal belav kir.   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê vîdyoyek nû li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal belav kir. TJA'yê di parvekirina xwe de wiha got:"Nêzîkî 50 salan e ku jinên Kurd li her derê li dijî zîhniyeta serdest a mêr xwe birêxistin dikin û têkoşîna xwe didomînin. Îro, deng û rengê me bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' li her derê ne."