Ji Semsûrê bang kirin:Em ê têkoşînê mezin bikin! 2026-03-04 21:22:22   SEMSÛR - TJA’yê bi dirûşmeya ‘em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin’ bernameya fitarê pêk anîn. Muazzez Orhan Işik di bernameyê de axivî û got: “Em naxwazin bên qetilkirin. Yekane daxwaza me eve, ev mafê me ye. Ji ber vê jî em ê rêxistinbûna xwe, têkoşîna xwe mezin bikin.”   Tevgera Jinen Azad (TJA),  li Semsûrê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi jinan re hat gel hev. Gelek jin tevli bernameyê bûn û bername li komeleya Pîr Sultan Abdal pêk hat. Jinan xwarinên li mala xwe çêkiribûn anîn û piştî fitarê der barê 8’ê Adarê de nîqaş hatin meşandin.   Muazzez Orhan Işik di bernameyê de axivî balkişand ser girîng û wateya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û got: “Em naxwazin bên qetilkirin. Yekane daxwaza me eve, ev mafê me ye. Ji ber vê jî em ê rêxistinbûna xwe, têkoşîna xwe mezin bikin.”   Piştî axaftinê fîlmê JINWAR hat temaşekirin. Bername bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.