'Em ê şopdarê doza Fatma Nûr û keça wê bin' 2026-03-04 15:39:59   STENBOL - Fatma Nûr Çelîk û zaroka wê Hîfa Îkra ya ku mirina wan bi guman e, îro bi ji hêla jinan ve hatin definkirin. Di merasîmê de hat diyar kirin dê şopdarên dozê bibin.    Cenazayên Fatma Nûr Çelîk û zaroka wê, Hîfa Îkra, duh li perava navçeya Zeytînburnu ya Stenbolê hat dîtin. Cenazeyên wan li Goristana İhlamurkuyê ye hatin definkirin. Gelek saziyên jinan beşdarî merasîma cenazeyê bûn.    Di merasîma cenazeyê de dowîzên wek “Di sala malbatê de 294 jin hatin kuştin! Mirina 279 jinan jî bi guman e" hat vekirin. Jinên ku beşdarî merasîmê bûn bertek nîşanî mêrên ku xwastin cenaze bigirin ser milê xwe û gotin: "Li vî welatî mêr jin û zarokan dikujin û dû re jî dixwazin darbestên wan hilgirin". Jinan di merasîmê de dirûşma "Kujer Ayhan Şenguler” berz kirin.    Li ser goristanê Seroka Komeleya Pêşî Jin û Zarok Mujde Tozbey axivî û got: "Me wan bi tenê nehişt, di danişînan de em her bi wan re bûn. Fatma Nûr bi mehan di nav têkoşînê de bû. Fatma Nûr ji me bi hêztir bû. Em wek parêzer em ê her şopdarên dozê bin û em natirsin."