Ji bo tevlibûna doza Pinar Sevîm a hat qetilkirn bang 2026-03-04 13:53:12   RIHA - Platforma Jinan a Bajarê Rihayê banga beşdarbûn rûniştina dawî ya darizandina Ridvan Bulunmaz ku Pinar Sevîm kuşt, kir.   Platforma Jinan a Bajarê Rihayê ji bo rûniştina 6'ê Adarê ya doza Pinar Sevim ku du sal berê li navçeya Sîweregê ji aliyê mêrê pê re hatibû zewicandin ve hatibû kuştin, daxuyaniyek li dar xist. Gelek jin beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li Novada Parkê bûn.   Sema Köroğlu ya ku di daxuyaniyê de axivî daxwaza edaletê ji bo Pinar Sevim kir û got, "Daxwaza me ne tenê bi vê dozê ve sînordar e. Ev doz ji bo bîranîna berpirsiyariya hemû saziyên berpirsiyar ên parastina mafê jiyanê yê jinan û ji bo têkoşîna li dijî bêcezatiyê pir girîng e. Cezanekirina sûcdaran dê bibe sedema zêdebûna dozên tundiyê yên bi vî rengî û jinan hîn bêtir bêparastin bihêle. Em bang li hemû raya giştî, rêxistinên jinan û rêxistinên girseyî yên demokratîk dikin ku rûniştina biryarê bişopînin, hevgirtinê xurt bikin, salona dadgehê tijî bikin û di daxwaza me ya edaletê de tevlî me bibin."   Runiştina biryarê di doza sûcdarê ku Pinar Sevim qetil kir dê di 6'ê Adarê de li Dadgeha Siverekê were lidarxistin.   Daxuyanî bi dirûşmên, "Ji bo Pinar edalet, edalet ji bo her," û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.