'Li Îranê zêdeyî hezar sivîl hatin kuştin' 2026-03-04 10:43:03   NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê ragihand ku di êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê yên li ser Îranê de zêdeyî hezar sivîlan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 5 hezar kes jî birîndar bûn.   Di 28’ê Sibatê de DYE-Îsraîlê êrîşek mezin li dijî Îranê da destpêkirin. Şer bê navber dewam dike. Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA’yê derbarê welatiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di encama êrîşên Îsraîl-DYE’yê yên li ser Îranê de jiyana xwe ji dest dane, raporek belav kir.   Li gorî daneyên HRANA’yê, ji roja êrîş destpê kirine heya niha, hezar û 97 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.   Çavkaniyê ragihand ku ji vê hejmarê 181 ji wan zarokên dibin temenê 18 saliyê de ne. Herwiha hate gotin ku heya niha 5 hezar û 402 welatiyên sivîl jî birîndar bûne ku di nava wan de 115 jê zarok hene.   Li gorî HRANA’yê, di nava 24 saetên borî de Îsraîl û Emerîkayê, 34 cih li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bombebaran kirine.