Di şerê Îranê de roja 5'emîn 2026-03-04 10:39:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê ku bi êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kir, li herêmê belav bûye ket roja 5'an.    Êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê yên li ser Îranê di 28'ê Sibatê de dest pê kirin. Îsraîlê di pêla dawî ya êrişan de berê xwe da binesaziya ewlekarî û leşkerî ya li Îranê. Îranê jî bi fuzeyan êriş bir ser hedefên DYE û Îsraîlê.   Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz anî ziman ku li Îranê her lîderekî nû yê ku polîtîkayên li dijî Îsraîlê dewam bike, wê bibe hedefek ku ji holê bê rakirin.   Artêşa Îsraîlê ragihand ku Tehran jî di nav de li Îranê bi dehan carî êriş bir ser navendên hêzên Besîc, hêzên ewlekariya hundirîn û binesaziya leşkerî. Îsraîlê her wiha diyar kir ku navendeke ku çekên nukleerî hildiberîne ya li nêzî Tehranê hatiye bombekirin. Hate gotin, ji destpêka şer û vir ve nêzî 300 fuzeyên balîstîk ên Îranê hatine îmhakirin.   Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî ragihandin ku zêdeyî 40 fuze avêtine hedefên DYE û Îsraîlê.   Her wiha îdîa kir ku kontrola Tengava Hurmuzê bi temamî di destê hêzên wan ên deryayî de ye.   Artêşa DYE'yê diyar kir ku di operasyonên li dijî Îranê de nêzî 2 hezar hedef hatin bombekirin û keştiyeke binê avê jî di nav de 17 keştiyên Îranê hatin îmhakirin. Washingtonê her wiha ragihand ku eger pêwîstî pê hebe ew ê karibin li gel tankerên petrolê yên ji Tengava Hurmuzê derbas dibin, tevbigere.   Hate ragihandin ku li Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Erebistana Siûdî, stasyoneke CIA'yê rastî êrişeke droneyê hat ku hate îdîakirin a Îranê ye.   Fransa û Îngilistanê biryar dan ku hêza leşkerî bişînin herêmê. Keştiya balafiran a Fransayê Charles de Gaulle û balafirên şer ên Rafale, keştiya şer a Îngilistanê û sîstema parastina hewayî ji Rojhilata Navîn re têne şandin.   Artêşa Îsraîlê li Lubnanê jî bombe li herêmên cuda yên welêt û banliyoya başûr a Beyrûdê barand ku weke keleha Hîzbûllahê tê naskirin.   Hate ragihandin ku di êrişên dawî de herî kêm 12 kes mirin: Îsraîlê ji bo gelek deverên li başûrê Lubnanê banga veguhestinê kir.   Piştî rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî di êrîşa DYA û Îsraîlê de hate kuştin, dihat meraqkirin ku kî dê bibe rêberê nû yê Îranê. Li gorî nûçeyên çapemeniya Îranê kurê wî Mucteba Xameneyî wekî rêberê olî hatiye tayînkirin.