Ji girtiyan re kartên 8'ê Adarê hatin şandin 2026-03-03 15:31:17   STENBOL - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 8'ê Adarê kart ji girtiyên li girtîgehan re şandin.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de kart ji girtiyên jin re şandin. Berî şandina kartan, li ber avahiya ÎHD'ê ya li Beyoğluyê daxuyaniyek hate dayîn ku gelek parêzvanên mafên mirovan beşdar bûn. Di dema daxuyaniyê de, pankartek bi nivîsa "Bijî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê" hate vekirin û dirûşmên wekî "Bijî 8'ê Adarê" û "Girtiyên jin ne bi tenê ne" hatin berzkirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla endama ÎHD'ê Meral Nergis Şahîn ve hate xwendin.   Peyama piştevaniyê   Meral Nergis Şahin got, "Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, bi şandina kartan ji bo girtiyên jin, em şahidiya binpêkirinên mafên mirovan vediguherînin hevgirtinê. Bi têkoşîna ku girtiyên jin li dijî van binpêkirinan dimeşînin, em bang li raya giştî dikin ku tevlî vê hevgirtinê bibin."   Ji Dayikên Şemiyê Hanîfe  Yildiz jî banga hevgirtinê bi hemû jinên girtî re kir.   Piştre  kart bi rêya postê ji girtiyan re hatin şandin.