Li Amedê çalakiya darçandinê 2026-03-03 15:24:55   AMED - Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de çalakiyek çandina daran li dar xist.   Endamên Konseya Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Gelemperiyê (KESK) Platforma Şaxên Amedç di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de çalakiyek çandina daran li dar xistin. Jin li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a li navçeya Peyas a Amedê kom bûn û pankartek li ser nivîsandî "Em têkoşîna aşt û azadiyê li dijî xizanî, tundiyê û bêewlehiyê berfireh dikin" bilind kirin. Endama Lijneya Rêveber a SES'ê Îlknur Ayık di çalakiyê de axivî û bal kişand ser têkoşîna jinên karker ên ku di têkoşîna mafên kedê, wekhevî û azadiyê de, ji paşerojê heta niha, wekî jinên KESK jiyana xwe ji dest dane. Îlknur Ayık got, "Em dengê xwe li dijî cudakarî, tundî, newekhevî, îstîsmar, zext û şer bilind dikin û em bang li hemû jinan dikin ku tevlî têkoşîna rêxistinkirî bibin."   Çalakî bi çandina daran a jinan bi dawî bû.