Fîlmê 'Jinwar' hat temaşekirin 2026-03-02 22:52:04   WAN - Akademiya Jinolojiyê di çerçoveya bernameyên 8'ê Adarê de li ŞanoWanê filmê “Jinwar” nîşan da.   Akademiya Jineolojiyê, li navçeya Rêya Armûşê, li ŞanoWanê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê fîlmê “Jinwar” nîşanda. Di bernameyê de flamaya “Jineolojiyê” hat daliqandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin. Endamên Akademîya Jineolojiyê, endam û rêveberên Komeleya Jinan a STAR'ê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û  gelek jin tev li bernameyê bûn.   Endama Jineolojiyê Neslihan Akdagê axaftineke kurt kir û got: “Em li vir li hemberî hemû jinên ku hatine kuştin bi rêzdarî serê xwe ditewînin û nîşandana vê fîlmê diyarî wan dikin.”