Ji girtiyan re kart û name hatin şandin 2026-02-28 14:38:02   STENBOL - KBG'ê ji jinên ku di operasyona li dijî ESP'ê de hatin girtin re di çarçoveya 8'ê Aarê de kart û name şandin.   Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja a Cîhanê Jin bi Hev re bi Hêz in (KBG) ji Postexaneya Kadikoyê ji girtiyên jinên di oprasyona li dijî ESP'ê de hatin  girtin re   kart û name şandin.   Berî şandina kartan, pankartek bi nivîsa "Ji bo bo hevalên me yên girtî azadî",û gelek caran  dirûşmên "Jin bi hev re bihêz in", "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî hevgirtina jinan" hatin berzkirin.   Selîn Top, ku daxuyanî da, got ku ew beşdarî heman çalakiyên wekî jinên ji SKM û OGK bûne û wan çalakî bi hev re organîze kirine. Selin Top got, "Di demekê de ku jin bi tirs li kolanan dimeşin, tên kuştin û şîdeta mêran li dadgehan tê beraetkirin, jinên ku li dijî şîdeta mêran derdikevin bi dijqanûnê tên girtin. Ev girtin ne tesadufî ne; ew encama tirsa zîhniyeta dewleta serdest a mêran ji hêza rêxistinkirî ya jinan e."   Piştî daxuyaniyê jinan kart û name ji jinan re şandin.   Herwiha jinên ji Meclisa Jinan a  KESK'ê jî ji jinan re ji postexanyê name şandin.