‘Bêyî azadiya jinan entegrasyona demokratîk ne pêkan e’ 2026-02-27 09:04:24     Nazlıcan Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR-Endama Akademiya Jîneolojiyê Fîgen Aras der barê daxuyaniya Abdullah Ocalan a dawî û rapora komîsyonê de nirxandin kir û got: “Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nîşan dide ku pêvajo çiqas girînge. Rapora komîsyonê divê beramberiya wê hebe. “   Heyeta Îmraliyê di 16’ê Sibatê de bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û piştî vê heyetê daxuaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de Abdullah Ocalan nirxandina ‘Pêvajoya me li pey xwe  hiştiye hêz û jîrbûna muzakereya ku dikare derbasî siyaseta demokrtîk û entegrasyonê bibe nîşan daye’ kir. Her wiha Abdullah Ocalan got divê rola komîsyonê li gorî rastiya civakî be.   Endama akademiya jîneolojiyê Fîgen Aras der barê mijarê de axivî û got bêyî azadiya jinan entegrasyona demokratîk ne pêkan e.   Fîgen Aras got hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nîşan dide ku pêvajo bi destkeftiyên çiqas girîng re tijeye û got: “Têkoşîna 52 salî heye û destkeftî hebûna Kurdan nîşan cîhanê didin. Hem şoreşa Rojava hem jî destkeftiyên mezin encama vê ne. Ligel vê  qebûlkirina hebûna Kurdan, statuya destura bingehîn, jiyana bi hev re girîng e. Têkoşîneke heta îro hatiye hebû. Têkoşîna çekdarî bû.  Ev têkoşîn veguherî têkoşîna siyaseta demorkatîk. Ev gelek bi nirx e. Hewce bi hawireke siyaseta demokratîk hebû.  Pêşxistina vê hawairê jî girêdayê nêrîn, nasnameya jinê ye.”   ‘Divê bi pêşengiya jinan bê kirin’   Fîgen Aras wiha pêde çû: “Pergala heyî xitimî ye. Ev feraseta siyasetê azadiya hemû pêkhateyên civakê esas digire, divê çareseriya hemû pirsgirêkên der barê mêr û jinan de bi ewlehiya qanûnî ve girê bide.Yanî mijar ne tenê bi çareseriya pirsgirêka Kurd divê pir alî bê destgirtin. Çawa ku Birêz Ocalan dibêje "azadiya jinan azadiya civakê ye’ bi heman awayî pêvajo bi xwe jî divê bi pêşengiya jinan be.”   ‘Divê beramberiya raporê hebe’   Fîgen Aras li ser rapora komîsyona meclîsê jî sekinî û wiha got: “Di raporê de derbarê Kurdan de, binpêkirinên mafan yên li ser Kurdan, Kurd divê çawa xwe bi rêve bibin, ewlehiya qanûnî ya Kurdan, têkiliya hiqûqî ya bi gerîlayên ku çek berdane û derbarê girtiyan de tu nîqaş tune ye. Avabûna vê komîsyonê girîng bû. Lê divê rapora derketiye di jiyanê de beramberiya wê hebe. Bêyî azadiya jinan entegrasyona demokratîk jî ne pêkan e. Gelek girînge ku em di vê pêvajoyê de rêxistinbûn û têkoşînê xurt bikin.”