ZIWAN-KURD yekmîn kongreya xwe pêk anî 2026-02-26 19:10:12   RIHA – Li Girê Sor ZIWAN-KURD yekemîn kongreya xwe pêk anî.    Li navçeya Girê Sor a Rihayê, Komeleya Pêşxistin û Lêkolînkirina Ziman, Çand û Hunera Kurdî (ZIWAN-KURD) ku bi piştevaniya komunal hat avakirin yekemîn kongreya xwe li avahiya xwe pêk anîn. Pankata ‘Ziman beden e bedena xwe biparêze’ hat taliqqandin û gelek nûnerên pêkhateyên Saziyên Demokratîk û gel tevli bûn.   Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û polîtîkayên asîmîlasyonê yen li ser ziman hatin nîqaşkirin. Hat diyarkirin ku divê zimanê dayikê di her qada jiyanê de bê axaftin.   Hevserok Sitran Bozkaya û Mazlum Ayata hatin hilbijartin.