'Jin ji ber sersariya dewletê hatin qetilkirin' 2026-02-19 15:46:56   WAN - Komeleya Jinan a STAR, bi daxuyaniyeke derbarê kuştina Filiz Şagbangul û Gonul Alkan de got, "Îro, Gonul û Filî ji ber sersariya eşkere ya dewletê hatin kuştin. Têkoşîna me dê berdewam bike heta ku edalet ji bo Gonul Alkan û Filîz Şagbangul pêk were."   Komeleya Jinan a STAR derbarê Gonul Alkan  ku ji aliyê Kemalettîn Alkan ve ku di pêvajoya hevberdanê de bû û li gel ku fermana parastina wê hebû hat qetilkirin û Filîz Şagbangul ku ji aliyê Gıyasettin Şagbangul ve ku ew jî di pêvajoya hevberdanê de bû, hat kuştin, daxuyaniyek nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kuştina jinan ji ber pergala ku jinan naparêze zêde bûye û ev pergal kiryarê kuştina jinan e.