Li Edeneyê bi dirûşmeya ‘bijî serok Apo’ civîna gel 2026-02-17 20:25:05   EDENE - Di civîna ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê ve hate lidarxistin de, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza bicîanîna "mafê hêviyê"  û banga çareseriya aştiyane hate kirin.   Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê, di çarçoveya “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk ” de li hêwanekî dawetê civînekî li dar xist. Di hêwanê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin”, “Romanekê, helbestek û stranek neqediyayî”, "Jin, jiyan, azadî" û "Bi dengê azadiyê ve jiyanekê bi heybet", hatin daliqandin.   Çetîn Arkaş, endama TJA’yê Fatma Abay, rojnamevan û aktîvîsta TJA’yê Kîbriye Evren û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Arkaş û şandeya pê re bi çepik, tîlîlî û dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin pêşvazîkirin. Civîn bi merasîma rêzgirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di bernameyê debi domdarî dirûşmên "Bijî Serok Apo" û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.   ‘Pirsgirêka herî bingehîn a welat pirsgirêka Kurd e’   Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr di civînê de axivî û diyar kir ku şerê bi salan e berdewam dike berdêlên giran bi xwe re aniye û got: “Pirsgirêka herî bingehîn a vî welatî pirsgirêka Kurd e. Heta ev pirsgirêk çareser nebe, ne pêkan e ku pirsgirêkên din çareser bibin.”   Seyfettîn Aydemîr diyar kir ku heta niha tenê rêya muzakere, aştî û diyalogê nehatiye ceribandin û destnîşan kir ku gelê Kurd piştgirî dide vê pêvajoyê ye. Herwiha Aydemîr girîngiya têkoşîn û lêgerîna aştiyê ya Abdullah Ocalan bi bîr xist.   Civîn piştî axaftinan, bi pêşkêşiyên beşdaran ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.