Komeleya Jinan a Rosayê: Serlêdan ji gefê veguherî tundiya fîzîkî 2026-02-16 09:04:55   Pelşîn Çetînkaya   AMED - Endama Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Dîcle Sayyîgît  diyar kir ku daxwazkirina edaletê dişibe ji Azraîl daxwazkirina can û got bêcezahiştin tundiyê mezin dike. Dîcle Sayyîgît da zanîn ku gefa li ser kesên serî li komeleyê didin, veguheriye tundiya fîzîkî.   Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û jin di bin tehdîda qetilkirinê de têkoşîna jiyanê didin. Tundiya fîzîkî, psîklojîk û dîjîtal bi bêcezahiştin û binpêkirina pergalê re bûye yek û jin bê parastin tên hiştin. Komeleya Jinan a Rosayê ya li Amedê ye, di esasa serlêdanên digire û şopandin û çavdêriyan de, tundiya li ser jinê bi hemû aliyan derdixe pêş û ji bo hişmendiyê û xwedîderketina mafê jinan xebatên xwe bi biryar dimeşîne. Endama Komeleya Jinan a Rosayê Dîcle Sayyîgît serlêndanên ji bo komeleyê tên kirin, xebatên di pêvajoya serlêdanê de dimeşînin ji ajansa me re nirxand.   ‘Li dijî her cureyê tundiyê têkoşîn mezin dibe’   Dîcle Sayyîgît balkişand ser aliyên tundiyê yên nayên dîtin û got gelek jin tundiya dîjîtal û psîkolojîk wek tundî bi nav nakin û wiha got: “Ji ber vê em xebatên xwe di esasa hişmendî û xutkirinê de dimeşînin. Jin di civakê de bi tundiya fîzîkî û psîkolojîk re tên rû hev. Jinên ku tundiyê dibînin û ferq nakin hene. Ev rewşek bi xeter e. Em vê di xebatên xwe û atolyeyan de ferq dikin. Em dibînin ku tundiya dîjîtal û psîkolojîk zêde nayê dîtin. Ger tundî ne fîzîkî be jinên tundiyê bibînin jî vê ferq nakin. Em di encama xebat û çavdêriyên xwe de rê didin ber wan. Em vê ji jinan re vedibêjin. Em xebatên xwe bi psîkolog û civaknasan re dikin.”   Aliyê tundiyê giran dibin   Dîcle Sayyîgît diyar kir ku serlêdanên tundiyê zêde bûne û wiha dirêjî dayê: “Piranî serlêdanên ji bo me tên kirin ewil tehdîd, tundiya psîkolojîk e; lê di demên dawî de serlêdanên fîzîkî zêde bûne. Ligel vê em serlêdanên din jî piştguh nakin. Di nav serlêdanan de îstîsmara li hember zarokan, tundiya aborî û dîjîtal heye. Rewş ne baş e. Bi giştî di navbera temenê 28-40’î de serlêdan tên. Dema ev serlêdan tên girtin em çîroka kes digirin. Piştre em daxwazên wan dipirsin. Piştre hewcedarî çine? Em van dipirsin. Di encama daxwaz û lêkolînan de em biryarê digirin û berê wan didin pêvajoya hiqûqî. Em vê pêvajoyê jî dişopînin.”   ‘Çavkaniya tundiyê bêcezahiştin û polîtîkayên pergalê ne’   Dîcle Sayyîgît di berdewamiyê de daxuyakirin ku tundî ji ber bêcezahiştin û teşwîqê zêde dibe û wiha bi lêv kir: “Em li daneyan dinêrin, tundî roj bi roj zêde dibe û tundî ji ber bêcezahiştin û teşwîqê zêde dibe. Ev pratîk jî pêşî li êrîşên li ser jinan vedike. Jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve tundiyê dibînin. Civak û bê îstîkrariya siyasî di nava malê de vediguhere êrîşê. Tundî tê rewakirin. Divê em vê pirsgirêkê ne şexsî wek  pirsgirêka pergalê bigirin dest.”   ‘Daxwazkirina edaletê dişibe ji Azraîl canxwestinê’   Dîcle Sayyîgît di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku pergala edaletê di rewşa heyî de bê derfet e û wiha dawî lê anî: “Divê her kes berpirsyariyê bigire ser xwe. Ne tenê rêxistinên jinan, divê wezareta dadê, saziyên malbatê û hemû saziyên din berpirsyariyê bigirin. Divê her kes xwedî hêza rêxistinkirî ya ku dikare van saziyan û mekanîzmayan bike dewrê be. Em dikarin rêxistibûna xwe ji hêza xwe ya xweser bikin. Di rewşa heyî de daxwazkirina edaletê, dişibe ji Azraîl canxwestinê.”