‘Bihara gelan bi Rêber Apo re kûlîk vekir’ 2026-02-15 20:12:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Binarê Qendîlê bi meşekê komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin. Di daxuyaniya ku hate dayîn de peyama ‘Bihara gelan bi Rêber apo re kulîlk vekir û êdî vegera vê tuneye’ hat dayîn.   Li gundê Derwekotir ya Binarê Qendîlê bi pêşengtiya Meclisa Gel, Melisa Jinan û Hevşaredariya Binarê Qendîlê Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hate şermezarkirin.   Piştî meşê Rêvebera Meclisa Jinan Serwîn Celal li ser navê girseyê axivî û got: “15’ê Sibatê tenê rojek nîne ku şermezarkirin, belkû ew vegereke dîrokî ya du eniyan bû. Xeta tarî û koletî, xeta azadî û ronahiyê bû. Komplo dawî nebûne, rewşa Rojava li ber çave. Herî dawî Hakan Fîdan gefa êrişê li ser Başûrê Kurdistan, Mexmûr, Şengal kir. Yek peyama van êrişan heye, ew ji felsefeya netewa demokratîk ditirsin. Dizanin ku kezî û kefiya şervanan bûye xembol li cîhanê. Ji bo wê dixwazin êriş bikin.”   Herî dawî ev hate gotin: “Mifteya çareseriyê ya aştiyê ya li Rojhilata Navîn tenê di destê Abdullah Ocalan de ye. Em neteweyekin bi xwîn û ramanê xwe nasnameya xwe nivîsandiye. Hûn dikarin gulan qut bikin, lê hûn nikarin pêşiya hatina Biharê bigirin. Bihara Gelan bi Rêber Apo şîn bûye û êdî veger nîne.”   Çalakî bi dirûşmên dilsoziya bi Rêber Apo û berxwedana gelê Kurd re dawî bû.