Êrişên ser Rojava di rojeva Meclisa Eyaleta Galler a Başûr a Nû de ye 2026-02-15 11:32:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Wekîla Partiya Karkeran a Awûstralyayê Charishma Kaliyanda, êrişên ser ROjava xist rojeva Meclisa Eyaleta Galler a Başûr a Nû û bang kir ku mafên Kurdan di destûra bingehîn de bên misogerkirin.   Parlamentera Partiya Karker a Awûstarlyayê Charishma Kaliyanda êrişên li ser Rojava xist meclisê.   Parlamentera Partiya Karker Charishma Kaliyanda li Meclisa Eyaletê ya Galer a Başûr a Nû axivî û bal kişand ser bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Charishma Kaliyanda, anî ziman ku ji ber êrişên di mehên destpêkê yên salê de hatin kirin li herêmê ku weke Rojava tê naskirin zêdeyî 200 hezar mirov ji cih û warê xwe bûn, bi sedan sivîl hatin qetilkirin û jin û zarok hatin revandin.   Charishma Kaliyanda, diyar kir ku êriş bi giranî li Heleb, Reqa, Hesekê û Kobanê hatin kirin û bandoreke giran li sivîlan kir. Kaliyanda bi bîr xist ku ji ber êrişan zarokên Kurd ji perwerde û xizmetên bingehîn bêpar man, av, derman û xurek bi zehmetî bi dest dikevin û zarok ji ber germayê jiyana xwe ji dest didin.   Charishma Kaliyanda, bi bîr xist ku hikumeta Sûriyeyê hefteya derbasbûyî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re li hev kir û anî ziman ku li gorî vê lihevkirinê sazî û hêzên Kurd wê qonax bi qonax entegreyî avaniya dewletê bêne kirin. Parlamentera Awûstarlyayê ragihand ku ev yek cihê kefxweşiyê ye, lê belê ji ber zextên dema bihurî û rewşa heyî ya li qadê Kurd bi fikar in. Kaliyanda îşaret bi dorpêça li ser Kobanê jî kir û anî ziman ku mercên mirovî giran bûye.   Charishma Kaliyanda, bal kişand ser rola hêzên Kurd a ji bo ewlehiya navneeteweyî û bi bîr xist ku HSD'ê di têkbirina DAIŞ'ê de ya li Sûriyeyê bi rola diyarker rabû, ji bo parastina sivîlan berdêlên giran da. Kaliyanda ragihand ku li gorî agahiyan, komên bi piştgiriya Sûriyeyê DAIŞ'î ji girtîgehan berdane.   Bi domdarî Charishma Kaliyanda îşaret bi dîasporaya Kurdan a li Awûsralyayê kir û diyar kir ku herêma wê ya hilbijartinê jî di nav de Kurd li pêşberî vê rewşê bi fikar û xemgîn in.   Di berdewamê de Charishma Kaliyanda destnîşan kir ku hin daxwazên civaka Kurd a li Awûstralyayê ji hikumetê hene. Li gorî vê yekê; misogerkirina agirbesta lezgîn di bin kontrola navneteweyî, ji bo sivîlên li Rojava û derdora Kobanê parastina navneteweyî û vekirina korîdora mirovî ya herêmên dorpêçkirî xwest. Her wiha xwest piştgirî ji çareseriyeke destûra bingehîn re bê dayin ku mafên Kurdan û hemû hindikahiyan ên kolektîf bên parastin.