Îlham Ahmed û Mazlum Ebdî diçin Elmanyayê 2026-02-13 11:34:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed dê tev li Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bibin   Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji bo tevli Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bibin dê biçin Almanyayê. Hat diyarkirin ku Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed dê li wir bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî re hevdîtinê bikin.   Konferans, dê di navbera 13-15’ê Sibatê de bê lidarxistin.   Konferansa Ewlehiyê ya Munihê ku gelek lîderên cîhanê û pisporên ewlehiyê tevli dibin, yek ji platforma herî xwedî prestîj a cîhanê tê qebûlkirin û polîtîkayên ewlehiyê tê de tên nîqaşkirin.