Komîteya Xelata Aştiyê ya Nobelê xwest ku Nêrgiz Mihemedî bê berdan 2026-02-12 11:48:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya xelata Aştiyê ya Nobelê ya Norveç, bang kir ku demildest Nêrgiz Mihemedî were berdan.   Bertekên navneteweyî li dijî binpêkirinên mafên mirovan li Îranê her diçe zêdetir dibin, cezayê 7 sal û nîv ê dane parêzavan mafên mirovan û xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî rastî bertekên tund hat. Bi nûçeyên ku tê ragihandin Nêrgiz Mihemedî li girtîgehê rastî nêzîkatiyên xirab ên fîzîkî tê fikar zêde bûn.   Komîteya Xelata Aştiyê ya Nobelê ya Norvecê di daxuyaniya xwe de, bang kir ku divê xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî demildest were berdan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Nêrgiz Mihemedî rastî nêzîkatiyên xirab û biçûkxistinê tê, ev jî binpêkirina li dijî hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan e. Komîteyê da zanîn ku Nêrgiz Mihemedî bi bikaranîna tundiyê hatiye binçavkirin û hê jî rastî tundiya fîzîkî tê û jiyana wê di xeterê de ye.   7.5 cezayê girtîgehê danê   Parêzerê çalakvana mafên mirovan û xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî ragihand ku Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê bi sûcê ‘civîn û hevgirtinê’ 6 sal û bi sûcê ‘çalakî û propagandaya li dijî rejîmê’ salek û nîv cezayê girtîgehê daye wê. Li aliyê din, dadgehê 2 sal cezayê qedexeya derketina derve jî da Nêrgiz Mihemedî.   Nêrgiz Mihemedî yek ji çalakvanên mafên mirovan a navdar e li Îranê, gelek caran ji ber çalakiyên xwe hatiye girtin. Ji ber têkoşîna xwe ya ji bo mafên jinan, di sala 2023’yan de hêjayî xelata Nobelê ya Aştiyê hatibû dîtin.