Deriyê Murşîtpinarê girtiye: Li Kobanê qeyrana mirovahiyê giran dibe 2026-02-12 09:05:25 Buşra Turan    WAN - Hevseroka SES'ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu da zanîn ku ji bo xizmeta tenduristiyê li Kobanê bidin serî li wezareta tenduristî û Walîtiya Rihayê dane lê hîna bersivek nehatiye dayîn û got: “Di rewşa destur bê dayîn de em ê xebatên xwe bimeşînin. Lê niha hîna bersivek ji bo desturê nehatiye dayîn. Em hîna li bendê bersivê ne.”   HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter yên bi piştgiriya Tirkiyeyê di 6’ê Çile de li dijî Sûriye û Rojava êrîş da dsetpêkirin û komkujî pêk anîn. Di 30’ê Çile de navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de peymanek hat îmzekirin. Lê li Kobanê dorpêç hîna didome û di alî xwegîhandina xurek, derman û xizmetên tenduristiyê de pirsgirêk tên jiyîn.  Alîkariyên ji Tirkiye û Kurdistanê hatin komkirin bi 25 tirî şandin Pirsûsê. Di 26’ê Çile de jî Yekitiya Tabîbên Tirk û Sendîka Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ji bo xizmeta tenduristiyê li Kobanê bidin serî li wezareta tenduristî û Walîtiya Rihayê dan. Lê hîna bersivek nehatiye dayîn.   Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Wanê Fîgen Çolakoglu der barê mijarê de axivî û bang kir ku divê deriyê Murşîtpinarê bê vekirin û got ew ji bo alîkariya Kobanê amade ne.   ‘Ji bo alîkarî biçin daxwaza me çêbû’      Fîgen Çolakoglu da zanîn ku deriyê sînor yê Murşîtpinarê yê navbera Kobanê û Tirkiyeyê de girtiye û got di çarçoveya mafê jiyan û hiqûqê ya navnetewyî de divê alîkariyê mirovî neyên astengkirin û wiha got: “ Rastiyeke ku veguheriye şerê navxweyî, gelek welat tevlibûne, Tirkiye jî alîkariyê dide heye. Av ceyran, tuneye. Sermayek tund heye û mirinên zarokan tên jiyîn. Şer li ku dibe bila bibe mixabin hilweşînê bixwe re tîne. Sivîl, nexweş, zarok û bi tevahî mirovhî bi bandor dibin. Jİ ber vê divê li dijî mafê jiyanê rêzdarî hebe. Ji bo sivîlên wir divê alîkarî biherike. Alîkariya ji bo sivîlên wir girînge.  Em wek saziya tenduristiyê jiyanê pîroz dibînin. Em her tim di her karasetê de têkoşînê didin. Me xest ku Tirkiye çarçoveya peymana Cenevreyê de deriyên sînor vebike û alîkarî bigihêjin gelê wir.”   ‘Em ji wezaretê agahiyê dipên’   Fîgen Çolakoglu daxuyakirin ku ji bo qada xizmeta tenduristiyê ya li Kobanê de serî li wezareta tenduristiyê dane lê hîna bersivek nehatiye dayîn û wiha domand: “Me serlêdana xwe kir. Li Tirkiyeyê gelek sazî,lijne û komeleyên tenduristiyê hene. Di vê mijarê de xebatek hevpar heye. Ji bo deriyê sînor bê vekirin em li bendê bersiva wezaretê ne. Ji bo em xizmeta tenduristiyê li Kobanê bidin me serî li wezareta tenduristî û Walîtiya Rihayê da lê hîna bersivek nehatiye dayîn. Di rewşa destur bê dayîn de em ê xebatên xwe bimeşînin. Lê niha hîna bersivek ji bo desturê nehatiye dayîn. Em hîna li bendê bersivê ne.”   ‘Divê ahlaqê şer hebe’   Fîgen Çolakoglu balkişand ser bandora şer a li ser sivîlan û wiha got: “Tiştên tên jiyîn binpêkirina hiqûqa şer e. Koçberbûneke mezin heye.  Agahiyên ku 200 hezarî zêdetir kes koçberbûne heye. belkî ji vê hejmarê jî zêdetire. Ev tê çi wateyê? Ev wateya ku mirov di van şertên zivistanê de xwe nagihînin hewcedariyên mirovahî.Xwegîhandin av, xurekan ji holê rabûye. Ji ber vê jî zarok, kal, pîr û jin pirgsirêkên mezin dijîn. Em dbêjin ku divê ahlaqê şer hebe, êrîşên li ser sivîlan bên rawestandin.Divê astengî ji holê bên rakirin.”