ROJEVA 11'Ê SIBATA 2026'AN 2026-02-11 09:00:00     * Li Rojhilata Navîn ku krîz û şer jiyana wekhev a gelan di nav sîstema netewe-dewletê de asteng dikin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana siyasî û xwerêveberiyê di neteweyek demokratîk de wekî rêya bingehîn a rizgariyê dibîne. DOSYA   * Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de ji Kenyayê hat evandin û radestê Tirkiyeyê hat kirin û bi vê re komploya navneteweyî bi encam bû. Komplo bi tevlibûna dewletên wek Tirkiye, DYA, NATO, Israîl û hinek welatên Ewropayê ket jiyanê.   *Li gorî rapora Rojava ya Akademiya Jîneolojiyê, HTŞ, DAIş û hêzên bi piştgiriya Tirkiyeyê, li Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê destkeftiyên jinan hedef girtine; li hember jinên YPJ’î îşkence, înfaz û li hember saziyên jinan sûcên şer hatine kirin. RAPOR   *Rojnameger Îvana Misto da zanîn rewşa zehmet a li Kobanê dewam dike û wiha got:"Êrişeke dijwar li ser Rojava pêk hat. Bi taybet Kobanê hat dorpêçkirin. Niha jî kerebe, av, înternet nîne. Peydakirina pêdiviyên jiyanî jî zehmet dibe. Lê belê li dijî dorpêçê têkoşîna Gelê Kurd dewam dike."   *Rêveberên DEM Partiyê der barê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de axivîn û diyar kirin ku tevî salek derbas bûye dewletê gavek şênber navêtiye û diyar kirin ku wê aştiyeke bi rûmet ji bo fêdeya hemû gelan be. DÎMEN HEYE    *Rozerîn Kalkan a piştî 10 sal girtinê hat tahliyekirin wiha got: “Pêkanîn zêde bûn. Zextên psîkolojîk hene. Tevgerên me yên rojane dibin mijara lêpirsînê. Li girtîgehan zextên ku sînor û hesabê wan tunene zêde bûne.” DÎMEN HEYE    *Dadgeha Gelan a Daîmî (PPT) êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava kir belge û bi biryara ku girt jî da zanîn ku Tirkiye li Rojava û Sûriyeyê di statuya ‘hêza dagirkirinê’ de ye. Parêzer Rengîn Ergul der barê mijarê de axivî û got ev biryara bi daneyên heta 2025’an dirêj dibe hatine amadekirin, ji bo dadgehên navneteweyî girîng e. Hiqûqnasên di MAFDAD’ê  yên di heyeta dadgehê de cih digirin û dostên wan vê mehê diçin Rojava. BI DÎMEN