Li Amedê bi 5 zimanan kurs dest pê dikin 2026-02-07 12:57:53   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amed kursên ziman ên belaş bi zimanên Kurdî, Ermenî û Suryanî vedike.   Daîreya Çand, Huner û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya hewldanên xwe yên perwerdehiyê yên ji bo piştgiriya pirzimanî û cihêrengiya çandî kursên ziman ên nû dest pê dike. Kurs dê ji bo kesên temenên wan di ser  16 salî û jortir re bin.   Kursên nû dê bi Kurmancî bi zaravayên Kurdî; Kurmancî, Zazakî û Soranî bên dayîn.  Her weha dê kurs zimanê Ermenî û Suryanî jî di nav xwe de bigirin. Ji bo Kurmancî, perwerde dê di asta destpêkê û her weha astên A1, A2 û B1 de were dayîn.   Kursên Zazakî jî di astên A1, A2 û B1 de hatine plankirin, di heman demê de kursên Ermenî dê di A1 û A2, Suryanî li A1 û Atolyeya Soranî li asta A1 bin.   Ji bilî kursên ziman, di terma nû de Atolyeya Xwendin û Nivîsandina Kurmancî jî dê were lidarxistin.   Serlêdanên ji bo qursan ku hemî jî belaş in, dikarin di navbera 7 û 16'ê Sibatê de bi rêya malpera dismek.diyarbakir.bel.tr werin kirin.