Jîneolojiyê binpêkirinên li Rojava kirin belge: Bila cîhan bêdeng nemîne 2026-02-07 09:07:59   Rozerîn Gultekîn   WAN - Ji Akademiya Jîneolojiyê Aynur Sarica der barê rapora ku Akademiya Jîneolojiyê ya Rojava  der barê binpêkirinên mafan ên di êrîşan de hatine jiyîn amade kiriye axivî û got: “Em dema li naveroka raporê dinêrin, delîlên şênber yên rayagiştî ya navneteweyî dihejîne hene. Bendewariya ji amadekirina vê raporê ev e ku li dijî binpêkirinên mafan ên li ser Kurdan û gelên bindest, bêdengî tune be ye.”   Akademiya Jîneolojiyê ya Rojava, der barê binpêkirinên mafan ên ku HTŞ û DAIŞ’ê bi hev re di êrîşan de li hember mirovan pêk anîn di 2’ê Sibatê de rapora ku amade kiribûn weşandin. Rapor ji 34 rupelî pêk tê û ev rapor wê pêşkêşî dadgehên navneteweyî, rêxistinên mafê mirovan û saziyên parastina zarokan bên kirin. Ji Akademiya Jîneolojiyê Aynur Sarica der barê raporê de axivî.   ‘Rihê berxwedêr xwe di 2026’an de carek din nîşan da’   Aynur Sarica da zanîn ku li dijî hilweşîna netew dewletan, Kurdan dîsa xeta berxwedanê nû kirine û jiyana hepar a li Rojava carek din nîşan dane. Aynur Sarica wiha anî ziman: “Rojava di pêvajoyeke ku gelek şehîdên wan çêbûne, koçberî hatiye jiyîn, jin û zarok hatine qetilkirin re derbas bûye. Bi berxwedana Kobanê re bêtehemuliya li dijî destkeftiyên kurdan zêde bûye faşîzm giran bû. Li dijî vê zîhniyetê di 2014’an de xeta berxwedanê hat hûnandin. Rojava li cîhanê mînake. Mirovan wek alternatîfa li dijî netew dewletan dît. Gotin ev dikare bibe modela jiyana nû. Rastiyek wisa hebû û ev jî ji bo hêzên emperyalîst tehdîd bû. Îro netew dewlet piştgiriyê didin hikûmeta demkî.  Lê me rihê berxwedêr di pêvajoya 2026’an de jî di şexsê Rojava de dît.”   Hovîtî kirin rapor: Bila bêdeng nemînin   Aynur Sarica  diyar kir ku di êrîşên li dijî Rojava de sûcên şer ên li dijî perymanên navneteweyî hatine kirin û wiha anî ziman: “Akademiya Jîneolojiyê raporek 34 rupelî weşand. Venekirina deriyên sînor, astengkirina piştgiriyên ji bo Kobanê, şûnde vegerandina 25 tirên alîkariyê sûcê mirovahiyê ye. Li ku derê dibe bila bibe dema zarokek ji birçîna an jî ji sermayê jiyana xwe ji dest bide, mirov nikarin wijdan û mirovahiyê bikin. Li wir hovîtiyek mezin tê jiyîn. Divê ev hovîtî di rojeva cîhanê û rayagiştî de bimana û ji ber vê xebatek hat kirin. Bi êrîşan re  ji kîjan taxan çiqas mirov hatin koçberkirin, çend kesan jiyana xwe ji dest dan çend kes hatin girtin de raporek hat amadekirin. Qetilkirina şervanên jin û bedena wan ji avahiyan de avêtin, porê wan birîn, mafê zarokan ji dest girtin, bombebarankirina dibistanan, koçberkirin ev bi belge û şahidan hatin komkirin. Em li naveroka raporê dinêrin delîlên şênber yên rayagiştî ya navneteweyî dihejîne hene.”   ‘Girtina sînoran ji êrîşan re zemîn ava kir’   Aynur Sarica destnîşan kir ku bi destpêkirina êrîşan re deriyên sînor hatine girtin û got girtina deriyên sînor zemîn ji êrîşan re amade kiriye û got: “Kurdên li Rojava tên qetilkirin, ferqa wan ji Kurdên vir tune ye. Gelê Kurd li wir têkoşîna jiyanê dide û piştgiriya me ya ji wir jî tişta herî mafdar û xwezayî ye. Heta têkoşîna jiyanê ya gelan demokratîk nebe wê têkoşîna me bidome.  Em bang li hemû tevgerên jin û zarokan dikin. Werin em bi hev re tevbigerin û destê Rojava xurt bikin.”