'Êrîşên li ser Rojava ji tecrîdê cuda nîn in' 2026-02-06 09:04:57   Gulîstan Gulmuş   RIHA - Berdevka Komîsyona Hiqûqî ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku geşedanên li Rojava ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbixwe nîne û got: “Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bidawî be. Divê sererastkirinên qanûnî demildest bên kirin.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de banga "Aştî û civaka demokratîk" kir. Ji vê dîrokê şûnde bi Abdullah Ocalan re di demên cuda de hevdîtin hatin kirin. Lê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd didome. Tevî ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re gelek serlêdan hatin kirin jî di rojên diyarkirî yên wezareta dadê diyar dike de hevdîtin tênkirin.   Tevî pêvajoyê salek xwe tije kiriye jî tecrîd didome. Berdevka Komîsyona Hiqûqî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol, der barê mafê hêviye û qanûnên ji bo pêkhatina mafê hêviyê pêwiste, nirxandin kir.   27’ê Sibatê û piştî wê   Sevda Çelîk Ozbîngol der barê pêvajoyê de axivî û wiha got: “Di bin bana meclîsê de komîsyon hat avakirin û pêvajoyek cidî hat meşandin. Komîsyonê xebatên xwe bidawî kirin. Di dawiyê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek hat kirin û 16 rupel girtekên komîsyonê bi çapemeniyê re hat parvekirin  û vê bendewariya aştiyeke mayînde ya ferz bixwe re anî.”   ‘Êrîşên li ser Rojava ji tecrîdê cuda nîn in’   Sevda Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku di pêvajoya ku li Tirkiyeyê ev pêvajo dihat meşandin de li Rojava pevçûnan dest pêkiriye û wiha anî ziman: “Dihat payîn ku ev pêvajoya ku piştgiriyê dide pêvajoya Rojhilata Navîn. Lê li Helebê li dijî sivîlan binpêkirinên mafna yên cidî, sûcên mirovahiyê hatin jiyîn. Em vê ji pêvajoya li welatê xwe û tecrîda li ser Birêz Ocalan cuda nanirxînin. Ji bo aştiyeke mayînde, divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê bidawîkirin.”   ‘Şertên Birêz Ocalan nehatine başkirin’   Sevda Çelîk Ozbîngol anî ziman ku şert û mercên ku Abdullah Ocalan xebatên xwe bimeşîne nehatiye afirandin û wiha bi lêv kir: “Şert û mrecên ku Birêz Ocalan pêvajoya aştiyê mezin bike û mayînde bike nehatine afirandin. Divê çapemenî, pêkhateyên saziyên civaka sivîl, akdemîsyen, pêkhateyên navneteweyî, navdar bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û di pozîsyoneke ku piştgiriyê didin pêvajoyê de cih bigirin.”   ‘Divê demildest sererastkirinên qanûnî bên kirin’   Sevda Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku komîsyona hatiye avakirin hîna rapora xwe bi raygiştî re parve nekiriye û wiha domand: “Di çarçoveya hevdîtinên bi partiyên siyasî re hatiye kirin raporên cidî hatin avakirin.  Raporên saziyan jî xwedî potansiyel û têrbûnene ku dikare aştiyeke mayînde û berfireh bê avakirinê ye. Di vê sasê de divê demildest rapor û sererastkirinên qanûnî bên kirin.”