Hunermendên Rojava: Bibin dengê gelê Kurdistanê 2026-02-04 14:09:28   NAVENDA NUÇEYAN - Saziyên çand, huner û wêjeyê bang li hemû hunermendên Kurd kirin û gotin: “Li gorî sekn û pîvanên welatperweriya rast a Bavê Teyar danîne, li her qada lê ne bi vê berpirsyariyê tev bigerin û bi rola xwe ya pêşengiyê ji her demê xurttir rabin û bi hunera xwe bibin dengê gelê Kurdistanê.”   Piştgiriya ji bo şoreşa Rojava li her qadê bi awayeke bê navber didome. Hunermendên Kurd yên ku bi sekn û hunera xwe di pêvajoya seferberiyê de cih girtin, evcar bi awayekî girseyî daxuyaniyek hevpar dan ji bo raya giştî.   Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, Desteya Çand û Ronakbîriyê, Meclisa Wêjeyê û Yekitiya Hunermendan li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da. Gelek hunermend tev li daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev qonax ne tenê qonaxeke şer û çekan e, lê di heman demê de qonaxeke exlaqê mirovatiyê, wijdan û hunerê ye.   ‘Rola hunermendan roleke pêşengiyê bû’   Di daxuyaniyê de behsa têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê hat kirin û hate gotin: “Ev têkoşîn ji berxwedanek leşkerî û polîtîk wirdetir, îfadeyek rojane ya heyîna gelê Kurd e. Di xwedîderketina gel a li vîna ku li Rojavayê Kurdistanê derketî holê de, rola ku hunermendên Kurd lîstî ne rolek duwemîn bû, roleke dîrokî, sereke û pêşengiyê bû. Ev sekn û helwesta hunermendên Kurd ne nû ye. Ji Ayaz û Erdelanan bigire heta Hozan Sefkan, Hozan Mîzgin, Hozan Serhed, Sarya Baran, Xelîl Dag, Delîla, Sîpan, Berçem û Bavê Teyar û bi sedan hunermendên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê, li hemberî înkar, qirkirin û zilma li ser gelê Kurd tê meşandin, xeta hunera rast bi pîvanên etîk û estetîk di seknên xwe de diyar kirine û danîne holê.”   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sekna hunermendên Kurd a îro li derdora têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê derketî holê jî berdewamiya vê xeta berxwedanê ye. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, li gel hunermendên li Rojavayê Kurdistanê, bi sedan hunermendên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, ne tenê bi berhemên xwe, di meş û çalakiyên piştgiriyê de li kolanan li tenişta gel cih girtin û pêşengî kirin. Bi vê boneyê huner ji qadên ewle derxistin; li hemberî zilmê huner vegerandin têkoşîn û berxwedanek bi beden, deng, vîn, berpirsyartî û wijdanî.   ‘Ev seknek exlaqî û dîrokî ye’   Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku li Rojavayê Kurdistan gelek hunermendan ji bo parastina xak, gel û rûmeta gelê xwe enstûrmanên xwe danîn, dest avêtin çekan, ji bo bergiriya êrîşên hovane yên li ser gelê Kurd hatin meşandin çûn eniyên şer û wiha berdewam kir: ” Ev ne nakokiyeke bi hunerê û sekna hunermendan re. Nîşaneya wê rastiyê ye ku, ka li ser van axan hunera rast çawa tê kirin. Ji ber li ser vê axê huner ji jiyanê ne qut e; awayekî parastina jiyanê bi xwe ye. Lewma divê sekna hunermendên Kurd a bi têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê û çalakiyên xwedîderketina li vê têkoşînê re derketî holê ne tenê weke bijartekek estetîk, weke sekneke exlaqî û dîrokî bê dîtin. Ev sekneke. Cihê xwe û rola xwe ya di têkoşîna azadiyê de diyarkirin e. Ji ber di demên wisa dîrokî de an wê hunermend bi bêdengiya xwe xizmetê ji zalim û desthilatdaran re bikin, an jî wê bibin bîr û hişê civaka xwe ya li hemberî her cure serdestî û zilmê tê dikoşe. Ji ber sekna wan a bi exlaq û wijdanî, helwesta wan a zana û şiyar, têkoşîna wan a hêjayî pîvanên mirovbûn û jiyana azad, em spasî û malavayiyê li hemû hunermendên Kurd ên di vê qonaxê de mil bi milê gelê xwe di qadên têkoşînê cih girtin û rola pêşengiyê lîstîn, dikin.”   ‘Hunermendan sînorên çêkirî ji holê rakir’   Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li welatê me huner awayekî berxwedanê ye. Di vê dema têkoşînê ya hebûn, maf, azadî û xwebûnê ya gelê Kurd de, dîsa erk û berbirsyartiyên mezin dikevin ser milên hunermendan. Dibe ku cara yekê be li derdora têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd di bîr û bawerî, zanebûn û sekin, vîn û giyan, helwest û têkoşîna xwe de evqas bû yek û sînorên çêkirî bi helwesta xwe ya netewî parçe û bê wate kir. Divê hunermendên Kurd bi berhemên xwe bikarin vê rastiya dîrokî, daneheva ku dikare rêya bi destxistina hemû mafên gelê me veke vegerînin berhemên mezin, di hevgirtin, yek kirin û xurtkirina têkoşîna azadiyê de bi her awayî rola xwe ya pêşengiyê ji vir û şûn ve jî bidomînin. Ev rol û berpirsyartiyek dîrokî, qedirbilind û pîroz e.”   Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hunermendên Kurd hate kirin ku li gorî sekn û pîvanên welatperweriya rast ên Bavê Teyar danîn holê, li her qada lê ne bi vê berpirsyariyê tevbigerin; ji bo neteweya demokratîk û yekitiya neteweyî bi rola xwe ya pêşengiyê ji her demê xurtir rabin û bikaribin bi hunera xwe bibin dengê gelê Kurdistanê.