Li Reqayê malên Kurdan hatin talankirin 2026-02-03 16:14:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên HTŞ’ê li Reqayê û gundên derdor malên Kurdan talan kirin.   Piştî êrişa çeteyên HTŞ’ê yên li ser Reqayê, çeteyan malên Kurdan ên li bajêr û gundewarên wê talan kirin.   Di dîmenan de ku hatine weşandin, xuya dibe ku endamên komên çekdar kel û pelên malan û erebeyên xelkê ku ji malên xwe koçber bûye, talan dikin.