‘Tundî polîtîk e, bêcezatî sîstematîk e' 2026-02-03 09:02:28   Pelşîn Çetinkaya    AMED - Nûnera Stenbolê ya KCDP'ê Şîrîn Yalincakoglu, diyar kir ku polîtîkayên serdestiya mêran û bêcezatî tundiya li dijî jinan normal dike û tekez kir ku daraz mafê jiyanê yê jinan paşguh dike.   Tundiya li jinan tê kirin û kuştina jinan ku berhema pergala serdestiya mêran e bi polîtîkayên bêcezatiyê kûrtir dibin. Helwesta parastinê ya darazê li hember sûcdaran, rêziknameyên darvekirinê û kêmkirina cezayan tundiyê rewa dikin û bi vê re mafê jiyanê yê jinan bi awayekî sîstematîk tê hedefgirtin. Tundî bi gotina "malbat pîroz e" tê veşartin û serdestiya li ser jinan zêde dibe. Nebûna astengkirinê ya zêdebûna tundiyê yek ji mijarên herî zêde tê niqaşkirin e û ev bi taybetî jî di salên dawîn de tê niqaşkirin. Kuştinên jinan ên ku piştî pejirandina Pakêta Darazê ya 11-an qewimîn, nîqaşên li ser nebaşiya rêziknameyên qanûnî di parastina jinan de ji nû ve geş kirin.   Nûnera Stenbolê ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Şîrîn Yalincakoglu, derbarê zêdebûna kuştinên jinan û tundiya li ser jinan  nirxandin kir.   'Tundî gihîştiye asta komkujiyê'   Şîrîn Yalincakoglu diyar kir ku pergala serdest a mêran di hemû qadên jiyanê de çalak e û got, "Mêrên di nav vê pergalê de dikarin li her qadê tundiyê li jinan bikin. Wekî din, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku ev tundî gihîştiye asta komkujiyê. Mêr, ji ber polîtîkayên ku têne meşandin, dikarin ji ber sedemên cûrbecûr tundiyê rewa bikin. Ji ber vê yekê, tundî dikare naormalîze bibe. Her wiha, dema ku em li civakê dinêrin, em dikarin berpirsiyariyên ku li ser milên jinan hatine barkirin bibînin. Berpirsiyariyên wan hene wekî 'divê jin malê birêve bibin û lênêrîna zarokên xwe bikin.' Bi rastî, tam ji ber vê yekê ye ku li jinan tundî tê kirin."   'Bêcezatî tundiyê gur dike'   Şîrîn Yalincakoglu diyar kir ku yek ji sedemên bingehîn ên li pişt tundiya li jinan siyaseta bêcezatiyê ye û got, "Gelek mînakên vê siyasetê li ser kar in. Em van hevokan ji xwe ber nabêjin an jî ji derekê nabihîzin. Em van tiştan di jiyana xwe ya rojane de dibînin. Bê guman, ev ji nebûna cezayê derdikevin holê. Min her wiha şahidî kiriye ku kesên cezayê hepsa muebbet a girankirî wergirtine, cezayên xwe yên tevahî nakişînin û dikarin bi rêya qanûna înfazê werin berdan. Bê guman, dema ku em li encaman dinêrin, em dikarin bibînin ku ew jin êdî sax nînin. Jiyana xizm û zarokên wan jî wêran dibe. Bê guman, ev yek baweriya bi edaletê ya mirovan kêm dike. Ev hem xeternak e û hem jî xirab e."   'Daraz jiyana jinan paştguh dike'   Şirîn Yalincakoglu diyar kir ku polîtîkayên li ser laşê jinan hatine pêşxistin tundiyê gur dikin û destnîşan kir ku ev polîtîka bi taybetî bi îstismara laşên jinan têne domandin. Şîrîn Yalincakoglu got, "Gelek qala jiholêrakirina mafên jinan tê kirin. Mêr jî xwe mafdar hîs dikin ku vê kiryara tundûtûjiyê bikin. Bi vî awayî, sûcdar difikirin, 'Ez ê wê bikujim, û ez ê evqas ceza bigirim.' Wekî din, di dema cezakirinê de, raporek dikare were derxistin ku dibêje 'tenduristiya wî nebaş e'. Ev yek sûcdar hêzdar dike. Em her weha bi dehan dozên ku delîlên ku dikarin di berjewendiya jinê de bin nayên berhevkirin dibînin. Bi vî rengî jin li vî welatî nayên parastin. Ji jinan re tê gotin, 'Tenê carekê bûye, tiştek nabe,' 'Malbat pîroz e, divê neyê parçekirin.' Serdestî li ser jinan tê avakirin."   'Kesên fermanên parastinê binpê dikin ceza nagirin'   Şîrîn Yalincakoglu di nirxandina xwe  li ser nebaşiya mekanîzmayên parastinê nirxandin kir û pêwîstiya bicîhanîna Qanûna 6284 ku piştî Peymana Stenbolê ket meriyetê, destnîşan kir. Şîrîn Yalincakoglu got, "Qanûnên ku jinan ji tundiyê diparêzin bicîh bînin, lê di heman demê de hûn hewce ne ku sûcdar di cîhek de bihêlin ku ew nikaribin bigihîjin jinan. Mînak, fermanên astengkirinêku em jê re dibêjin fermanên parastinê, têne derxisitn. Dema van hatiye kurtkirin. Di heman demê de, ji bo kesên ku van fermanên parastinê, van fermanên astengkirinê binpê dikin ceza nayê dayîn."   "Îhmalkariyên mezin hene"   Şîrîn Yalıncakoğlu diyar kir ku jin tevî fermanên parastinê jî têne kuştin û got, "Îhmalkariyên mezin hene. Niha, bi dehan jinên ku ez nas dikim, ku dozên wan em dişopînin, bi saya van fermanên nepenî û parastinê sax mane. Rojda Yakışikli û Nermin Tirit piştî ku pakêta darazê ya 11-an ket meriyetê hatin kuştin. Divê ev neyên paşguhkirin."   'Divê Peymana Stenbolê were bicîhanîn'   Şîrîn Yalincakoglu, tekez li ser pêwîstiya bicîhanîna Peymana Stenbolê ji bo kêmkirina tundiya li ser jinan kir û got, "Girîng e ku wekheviya zayendî bi xebata li ser vê mijarê ji dibistana seretayî an malbatê, ango ji her beşê civakê were misogerkirin. Pêdivî ye ku ji her kesî, ji her mêrî re were ravekirin ku tundî sûc e û cezayên wê  hene. Dema ku sûcek bê kirin, divê bi rastî sûcdar were cezakirin, divê ceza werin sepandin û jin û zarokên ku tundiyê dîtinin divê ji sûcdar dûr werin girtin û bên parastin. Divê her kesê di civakê de, tevî Serokkomar, di zûtirîn demê de dev ji zimanê tundiyê û yê ku cudaxwaziyê dike bê berdan û peymana Stenbolê bê bicihanîn."