Siyasetmedara Fransî: Em ê tevgera jin jiyan azadî belav bikin 2026-02-01 09:08:13   Rozerîn Gultekîn   WAN - Siyasetmedara Fransî Genevîeve Garrîgos da zanîn ku êrîşên li hember Rojava li hember azadiya jinê û jiyana demokratîke û wiha got: “Şervanên jin yên Kurd hedef digirin. Em ê tevgera 'Jin jiyan azadî’ ya tevgera azadiya jina ye wê belav bikin. Em ji Fransayê dixwazin ku Rojava xwe xweser nas bike.”   Êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê yên li dijî Rojava didomin û di encama berxwedana YPJ-YPG û HSD û parastina cewherî a gel de di navbera HSD û hikûmeta Şamê de di 30’ê Çile de lihevkirinek nû hat kirin. Di êrîşên hatin kirin de jin û zarok hedef hatin girtin û êrîşên li ser Kobanê tevî peymanê hîna ranewestiyaye.   Parîs ji bo Rojava li qadan e   Endama Meclîsa Şaredariya Parîsê Genevîeve Garrîgos ku li dijî êrîşên li ser Rojava îmze avêt daxuyaniya çapemeniya hevpar a parlamenterên Eniya Gel a Nû û rêveberiyên herêmî, der barê armanca êrîşan de ji ajansa me re axivî.   ‘Şer li dijî jinan e’   Genevîeve Garrîgos daxuyakirin ku êrîşên pêk hatine li dijî jinane û mînak herî şênber birîna porê şervaneke YPJ’ê ye û got: “Ev şer heman demê de şerê li dijî jinan e. Li Sûriyeyê jî tevgerên rastgirt piştgiriyê dibînin. Ev tevger li dijî jinan e. Li dijî wekheviya zayendîne û li her derê cîhanê li dijî femînîstan şer dikin. Li Rojava ev kes jinan wek kole dibînin û dixwazin rejîma baviksalar ava bikin. Ji ber vê jî jinên şervan hedef digirin. Em vê li her derê cîhanê li Afganîstan, Îranê dibînin. Jin hedefa van rejîman e.”   ‘Em ê tevgera jin jiyan azadî belav bikin’   Genevîeve Garrîgos bi lêv kir ku wê li dijî zîhniyeta ku jinan dikin kole têkoşîna xwe bidomînin û piştgiriya ji bo jinên li dijî vê zîhniyetê têdikoşin bidomînin. Genevîeve Garrîgos daxuyakirin ku wê tevgera ‘jin jiyan azadî’ ya Tevgera Azadiya Jinan de belav bikin û wiha domand: “Ez xwişkên xwe yên li Kurdistan û Rojava silav dikim. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Ji pergala demokratîk ditirsin’   Genevîeve Garrîgos di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Dixwazin Kurdan ji van herêman derxin.Ev ji bo me bi fikare. Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji bo Sûriyeyek  yekbûyî ava dike, Kurdan û kêmaran qetil dike. Niha Kobanê hatiye dorpêçkirin. Ev me dike fikaran. Ji pergal a demokratîk ditirsin. Em ji Fransayê dixwazin ku Rojava wek xweser nas bikin.”