Jin li Sêrtê tevli kampanyaya honandina keziyan bûn 2026-01-29 13:45:41   SÊRT - TJA li Sêrtê tevli kampanyaya honandina keziyan bû û wiha got: “Keziyên me berxwedan e, rojava rûmeta me ye.”   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) Jinên Sêrtî tev li kampanyaya honandina keziyan bûn. Jin pankarta “Keziyên me berxwedan e û Rojava rûmeta me ye” li avahiyê DEM Partî û DBP'ê daliqandin û kezîyên honandin.   Jinan piştî honandina keziyan çalakiya xwe bi berzkirina diruşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” û “Rojava rûmet e rûmeta me ye” bi dawî kirin.