Jinan şîn veguherandin têkoşînê 2026-01-24 09:05:01   Nazlican Nujîn Yildiz   ÎZMÎR - Endama Însiyatîfa Rêzdariya li hember Mirî û Edaletê, Burcu Çelîk Ozkan da zanîn ku li Kurdistanê şîn tu car neqedyaye û jinan şîna xwe veguhertine têkoşîneke mezin. Burcu Çelîk Ozkan wiha got: “Ji her bûyer tê jiyîn divê em hewl didin têkoşîneke jinê ya xurt ava bikin.”   Pergala serdest ya mêr li djî avakirina pergaleke nû, ji bo qirkirinê pêk bîne serî li her rê dide. Mînak ji 6’ê Çilede ye li Rojava û Tirkiyeyê ev rêbaz li ber çavên hemû cîhanê tên jiyîn. Di şerê li Rojava de HTŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê îşkenceyên dikin ji ser êrîşên li ser cenazeyan dikin. Li Mûşê di 2015’an de li hember bedena Ekîn Wan a YJA STAR’î êrîş pêk hatibû. Ev zîhniyet îro li Rojava xwe dide der. Bertekên li dijî êrîşan didome û şîna îşkenceya li hember bedenên mirî jî li kolanan bi têkoşîna tê dayîn tê girtin.   Endama Însiyatîfa Rêzdariya li hember Mirî û Edaletê Burcu Çelîk Ozkan der barê mijarê de axivî û got li dijî vê jin û civak şîna xwe vediguherin têkoşîneke mezin.   ‘Li Kurdistanê tu carê şîn neqediya’   Burcu Çelîk Ozkan destnîşan kir ku di panelên ku pêk tînin de binpêkirinên li hember cenazeyan nîqaş dikin û got: “Em dema ji ser bedena jinê digirin dest, di şerên têjiyîn de jin raste rast hedef tên girtin, cenaze jî di nokteyeke ku dikare giştîbûna wê xera bibe ye.  Divê em vê esasê bi awayekî zelal danîn holê, kesê jiyan axwe ji dest dide têkiliya wî bi giştî ji vê cîhanê qut dibe. Yanî di hemû mînakên em nîaş dikin de, me Dayika Taybet, Ekîn Wan, Cemîle Çagirga û şervana li Helebê mînak didin. Di vir de bi gelek aliyan peyaman didin jinan.  Ev di alî me de ne tenê bedenên mirîne. Bi aliyê din jî divê em malbatên wan piştguh nedin. Bi van pêkanînan peyam didin xizm, malbat û civakê. Ev hewldana çavtirsandinê ye. Lê ez dikarim bi rehetî bêjim ku ev êrîş neqediyan. Li erdnîgariya Kurdistanê şîn tu car neqediya. Şîn zindî ye.”   ‘Em hewl didin têkoşîna jinê hîn xurtir bikin’   Burcu Çelîk Ozkan di berdewamiya axaftina xwe de malbatên kesên tên qetilkirin û êrîş li hember bedena wan tên kirin,  beyî bikevin pêvajoya şînê dest bi têkoşînê dikin û wiha vegot: “Ji bo ceneze bên girtin, bêyî zirar li yekitiya beden bêkirin girtina cenazeyan di nokteyek girîng de ye. Di sesala 21’ê de polîtîkayên şer, rêbaz, teşeyê rejîmê, alavên bikar bînin, zimanê bikar tînin, mixabin windahiyên me yên mayîne naparêze. Ji ber naparêzin jî em ê têkoşîn û xebatên xwe bidomînin. Tiştên tên jiyîn bêguman dikare bê dramatîzekirin lê em vê rast nabînin. Em hewl didin ku ji her bûyera tê jiyîn têkoşîn axwe hîn bêtir xurt bikin. Jin şîna xwe ne bê deng, bi polîtîkirinê bi têkoşînê digirin.”