Karwanê ji bo Rojava bi rê ket bi coş hat pêşwazîkirin 2026-01-24 01:07:02   NAVENDA NÛÇEYAN- Kurdistanî û dostên wan li Freiburgê, ji bo piştevaniya bi Rojava re meşiyan. Karwana ku ji bo Rojava bi rê ket jî, li bajêr bi kulîlk û coşeke mezin hate pêşwazîkirin.   Kurdistanî û dostên wan li Freiburgê, ji bo piştevaniya gelê Kurd a li Rojava meşiyan. Di çalakiya ku bi pêşengiya jinan hat lidarxistin de, bi hezaran kesî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” peyamên piştevaniyê dan.   Karwana ku ji bo Rojava bi rê ket jî, li bajêr bi kulîlk û coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Ciwanên enternasyonalîst jî tevlî çalakiyê bûn û daxuyaniyeke kurt dan.   Jin, zarok û dostên Kurdan gelek caran dirûşmeyên Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” berzkirin.   Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku têkoşîn wê heta şerê li Rojava bi dawî bibe û gel azad bibe dewam bike. Karwanê piştevaniyê piştî meşa li Freiburgê, ji bo ku têkoşînê bigihîne qadên mezindit, ber bi Zurihê ve bi rê ket.