Li Nisêbînê êrîş: 6 Rojnameger hatin binçavkirin 2026-01-21 15:38:12       MARDÎN - Piştî meşa li Nisêbînê, polîsan êrîşî ciwanên ku ber bi sînor ve diçûn kir, sê rojnameger û gelek kesên din hatin binçavkirin.   Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, piştî meşek ji bo hevgirtinê bi Rojava re, girseyek mezin hewl da ku sînor derbas bike. Piştî wê polîsan êrîş kir û  gelek kes hatin binçavkirin. Polîs û cendermeyan li seranserê navçeyê rewşa awarte îlan kirine, gelek kolan girtine û rê li ber çûna herêma sînor girtine.   Di heman demê de, rojnameger Heval Onkol,  Ferhat Akinci, Pelşîn Çetînkaya, Muhammet Alî Yilmaz, Kesîra Onel û Bariş Demîrcan jî hatin binçavkirin.