Nobeta li ser sînorê Qamişloyê didome 2026-01-21 14:40:39   MÊRDÎN - Welatiyên tev li çalakiya nobetê ya li ser sînorê Qamişloyê bûn bang li raya giştî kir û got: “Rojava rûmeta me ye, em ê biparêzin.”    Li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên dewleta Tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Nobet, îro jî berdewam kir. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî dê tev li nobetê bibe. Bi hezaran welatî di nobetê de cih digirin, dirûşman berz dikin û peyamên piştgiriya bi Rojava re didin.    Welatiyên li qadê, diyar kirin ku dê êrişan qebûl nekin û bertek nîşanî Tirkiye û HTŞ’ê dan. Welatiyan anî ziman ku êriş ji hêla Tirkiye, DYA û rêveberiya Şamê ve tê kirin û dê nekarin bi êrişan vîna gelê Kurd têk bibin. Bi domdarî welatiyan got ku dê têkoşîna wan a li dijî êrişan bidome, piştevaniya xwe ya bi gelê Rojava re xurtir bikin û destûrê nedin Kurd bên qirkirin. Welatiyan ev bang li raya giştî kir: “Îro her der Rojava ye. Divê li her derê piştgiriyê bidin Rojava. Divê gelê Rojava bi tenê neyê hiştin. Rojava rûmeta me ye. Em ê biparêzin. Divê li her çar aliyên Kurdistanê gel ji bo gelê Kurd ê bo rûmeta xwe şer dike rabe ser pêyan. Divê gelê Kurd li her derê piştgiriyê bide Rojava. Heta Rojava azad nebe dê Kurd azad nebin. Hewceye gelê Kurd rabe ser pêyan û yekitiya xwe ava bike. Rojava, dilê Kurdistanê ye. Em bi Rojava re ne. Îro ne roja rûniştina li malê ye. Îro roja xwedîderketina li Rojava ye. Bila her kes bizane ku Kurdan tu carî teslîmiyet qebûl nekiriye û dê neke.”