Bi hezaran welatî li Sîlopiyê meşiyan û piştgirî dan Rojava 2026-01-20 15:41:22   ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê bi deh hezaran kes li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan piştî meşê axivî û got: "Gelê Kurd we nas dike. Hûn Nemrûd, Fîrewn, çete û wehşî ne. Gelê kurd sed sal in li dijî van di berxwedanê de ye."   Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê meş hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên demokratîk li Çerxerêya Caddeyê ya Rêya Îpkeyoluyê, kom bûn. Girseya ku kom bû, dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava dê bibe gora DAIŞ’ê" berz kirin û marşên berxwedanê gotin. Di meşê de dowîzên "Ji şer re bêje na", "Rojava rûmeta me ye", "Bijî berxwedana gelê kurd" û pankarta "Şoreşa Rojava bû tirs û xofa dilê neyar û hovan" hatin hilgirtin. Di meşa ku bi hezaran kes beşdar bûn de, gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava dê bibe gora DAIŞ’ê", "Bijî berxwedana HSD’ê" û "Rojava rûmeta gelê Kurd e" hatin bi tilîliyan hatin berzkirin. Tevî pêşveçûna girseyê hejmar zêdetir bû. Meşa ku bi pêşengiya Dayikên Aştiyê hat lidarxistin, dema gihîşt qada daxuyaniyê hejmara girseyê gihîşt bi deh hezaran.   Bi hezaran kesan deqîqeyek merasîma rêzê girt û Marşa Çarxa Şoreşê stirîn. Di daxuyaniyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Silopiyayê Cevher Findik axivî û diyar kir ku heta êriş berdewam bikin, ew ê jî têkoşîna xwe bidomînin.   Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî wiha axivî: “Li Rojava dixwazin destkeftiyên gelê kurd tune bikin. Em bi hêrs in, lê gelê Kurd sed sal in li çar parçeyên Kurdistanê li dijî tunehesibandinê dibêje na. Gelê Kurd û dostên wan dîsa li ser piyan in. Gelê Kurd we nas dike. Hûn Nemrût, Fîrewn, çete û wehşî ne. Gelê kurd sed sal in li dijî van li ber xwe dide. Ev zilm dê helbet bi dawî bibe. Yên ku li çeperan şer dikin dibêjin 'em hene, me tenê nehêlin'. Em ji Silopiyayê bang dikin; em li vir in, em li gel we ne. Îro me peyameke xurt da. Yên ku bi DAIŞ’ê re dimeşin, bi birîna ceyranê dixwazin dengê me bibirin, lê ew ê bi ser nekevin."   Hevserokê TUHAD-DER a Botanê Aydin Denîz jî ji bo meşa ku dê sibê li Hezexê bê lidarxistin û mitînga 25’ê Çileyê ya li Amedê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin banga tevlibûnê kir. Deniz destnîşan kir ku çalakiyên li dijî êrişên li ser Rojava dê berdewam bikin.   Daxuyani bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Em ê bi berxwedanê serbikevin" bi dawî bû. Girseyê tevî dirûşman demekî dirêj di kolanên navçeyê de meşa xwe domand.