Li Hesekê rewşa dawî 2026-01-20 14:43:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên HTŞ’ê û komên paramîlîter ên li dijî kantonên Cizîr û Firatê, gelê Hesekê çek rakir û li ber xwe dide.    Piştî banga berxwedanê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), şêniyên Hesekê daketin kolan û meydanan û amadebûna xwe ya ji bo parastina bajarê xwe nîşan dan. Ev tevgera gel tenê li Hesekê sînordar nebû. Bi hezaran şêniyên bajar, bajarok û gundên kantonên Cizîrê û Firatê ji bo piştgiriya hêzên xwe, HSD û YPJ’ê xwepêşandan kirin û hevgirtina xwe bi hêzên xwe re anîn ziman.   Nûçegihanên ANHA’yê îro di danê sibehê de li tax û kolanên Hesekê geriyan. Li gorî nûçeyê; bajarê Hesekê di rewşek asayî û ewlehiyê de ye û şênî bi karên xwe yên rojane mijûl dibin. Hêzên HSD’ê û YPJ’ê li eniyên pêş parastina gel dikin.   Di warê xizmetên giştî de, nanpêjxane bi rêkûpêk dixebitin da ku hewcedariyên şêniyan bicîh bînin, û dikanên xwarinê hatine vekirin.   Di warê tenduristiyê de, karmendên bijîşkî yên li Nexweşxaneya Gel karê xwe didomîninû dermanxane ji bo pey peydakirina hewcedariyên bijîşkî vekirî dimînin.