Jinên ji Kobanê tevli seferberiyê bûn 2026-01-20 13:43:52   NAVENDA NÛÇEYAN Jinên ji Kobanê û endamên Kongra Star piştgiriya xwe ji seferberiyê re ragihand. Jinan diyar kir ku çi dibe bila bibe ew dev ji bajarê xwe bernadin.   Zêdetirî 10 roj e li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê şervanên QSD û YPJ`ê ve berxwedaneke mezin li hember çeteyên dewleta Tirk ên bi ser hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve didome. Jinên kantona Firatê jî li ser banga seferberiyê tev li seferberiyê bûn û got ew bang li ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku rabin ser pêyan.   Daxuyaniya jinan ji aliyê endama Kongra Star Nadiya Hiso ve hat dayîn. Di daxuyayaniyê de hate gotin: “Em wek jin em ê li hemberî her cure êrişan rabin ser pêyan. Em wek tevgera jinan seferberiyê radigihînin û cihê xwe di seferberiyê de digirin. Em soza xwe bi şervanan re nû dikin. Ev berxwedana ku niha dibe, rûmeta mirovahiyê ye, li vir hovîtiya li ser mirovahiyê têk çû û ev têkçûn bi pêşengiya gelê Kurd bû. Ew jî dixwazin vê îradeyê di Kobanê de têk bibin. Êdî me soza hebûnê daye û em dev ji vê berxwedanê bernadin. Me soz daye û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.   Ji bo gelê Kurd ê li her derê, em bang dikin; ew dixwazin Kurdan qir bikin. Êdî gelê me rabe ser pêyan û berê xwe bidin Kobanê, êdî dem dema rûmetê ye. Her kesî dît ku van hovan çi kir li Reqa û Tebqayê, niha jî Kobanê di nava dorpêçê de ye. Em wan nas dikin û dizanin ev kî ne. Ew êrişên hovane li ser me dikin. Ew dixwazin komkujî û qetilkirinê pêk bînin. Êdî rabên ser pêyan. Em soz didin her kesî ku em ê hebin û em hene. Jin Jiyan Azadî. Kurdistan a me ye.”