Li Sêrtê çalakî: Dê li hemerî îradeya gel têk biçin 2026-01-20 13:40:01   SÊRT - Li Sêrtê, tevî hemû astengiyan, li dijî êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hate lidarxistin û peyam hate dayîn ku êrîşkar dê bi îradeya gel werin têkbirin.   Li Sêrtê, bi hezaran kes li ber avahiya  DEM Partiyê ya Sêrtê kom bûn da ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto bikin. Tevî êrîşên polîsan ên bi gaza rondikrêj, ew bi saetan ber bi taxên Çakmaklî û Sevgî ve meşiyan. Di meşê de, berî ku bigihîjin ber baregeha bajêr ya DEM Partiyê û daxuyaniyek bidin, gelek caran dirûşmên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Rêber Apo", "Rojava, Rojhilat, Kurdistan yek welat e", "Her der Rojava ye, her der berxwedan e", "Rojava rûmeta me ye" û "Bijî berxwedana QSD" qîriyan.   'Ew ê bi îradeya gelê Kurd têk biçin'   Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrt Sebahat Erdoğan Sarıtaş di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û diyar kir ku Rojava ji bo gelê Kurd girînge. Sabahat Erdoğan Sarıtaş got, "Îro hemû Kurd ji bo Rojava radibin. Divê ew kesên ku ji 6'ê Çile ve piştgiriyê didin çeteyên HTŞ'ê li îradeya gelê Kurd binêrin û bibînin ku ew ê bi vê îradeyê têk biçin."   Daxuyanî bi dirûşma "Rojava rûmeta me ye" bi dawî bû....