Ji bo mîtîngê: Parastina mafê hêviyê parastina aştiyê ye 2026-01-20 09:04:50   Rozerin Gultekîn - Buşra Turan   WAN - Jinên ku derbarê  mîtînga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bê lidarxistin axivîn gotin, "Bicîhanîna mafê hêviyê pêdiviyek lezgîn e ku nayê paşxistin. Li gorî ruhê pêvajoyê, pêdivî ye ku pêşî ji bo Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan çarçoveyek qanûnî were avakirin. Divê em ji bîr nekin ku parastina mafê hêviyê parastina aştiyê ye."   Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) dê di 25’ê Çile de li Qada Îstasyonê mîtînga "Hêvî û Azadiyê" li dar bixe û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike. Axaftvanên mîtîngê dê ji Sekreteryaya Îmraliyê Veysi Aktaş û Çetin Arkaş, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çiğdem Kılıçgün Uçar, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tuncer Bakırhan, çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û siyasetmedar Leyla Zana bin.   Li gel ku amadekariyên mîtîngê bi lez û bez berdewam dikin, ji gelek herêman bangên beşdarbûnê tên kirin.   Rêvebira şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan (OHD)  Dîlan Çîftçî, girîngiya "mafê hêviyê" ji bo pêvajoya aştiyê bi bîr xixt û got: "Mafê hêviyê gaveke bingehîn û dîrokî ye di guhertina şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan de. Divê ev maf di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de were bicîhanîn, were vejandin û bi hezaran girtiyan bigire nav xwe. Ji ber ku bêyî 'mafê hêviyê' ne mimkûn e ku meriv behsa aştiya rastîn bike. Tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, mixabin ev maf li Tirkiyeyê nayê bicîhanîn û ev yek bandorek neyînî li ser baweriya civakê ya bi aştiyê dike. Bicîhanîna mafê hêviyê, guhertina şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan û danîna bingeha qanûnî ya aştiyê niha pêdiviyên lezgîn in ku divê nayên paşxistin. Ji ber vê yekê, em bang li her kesî dikin ku di 25’ê Çileyê de li Amed bicivin da ku daxwaza pêkanîna mafê hêviyê û azadkirina Birêz Abdullah Ocalan bikin.”   'Ji bo aştiyeke divê Abdullah Ocalan azad be'   Hevseroka Şaxa OHD ya Wanê Hatice Bagci diyar kir ku "mafê hêviyê" ji bo mayîndetiya aştiyê û avakirina çareseriyeke demokratîk girîng e û destnîşan kir ku ev maf ne tenê daxwazek takekesî ye, di heman demê de hêmanek pêwîst a aştiya civakî ye. Hatice Bagci diyar kir ku ew dixwazin "mafê hêviyê" pêk were û got, "Em bawer dikin ku pêkanîna mafê hêviyê, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan, û avakirina çarçoveyek entegrasyona demokratîk bi dawîkirina dûrxistina Kurdan û hemî komên din ên civakî ji serweriya hiqûqê di nav hêmanên mayînde û pêwîst ên aştiyê de ne. Wekî OHD, em bawer dikin ku mîtînga 'Hêvî û Azadiye' ya ku dê were lidarxistin, di nîşandana ku pêkanîna hiqûqî û civakî ya mafê hêviyê pêwîstiyek e û di xurtkirina îradeya aştî û çareseriya demokratîk de cihekî pir girîng digire. Bi vê hişmendiyê, em bang li hemû saziyan û gelê xwe, bi taybetî hemû parêzeran dikin ku beşdarî mîtîngê bibin û berpirsiyariya parastina hiqûq û aştiya civakî bigirin ser xwe. Divê Em ji bîr nekin ku parastina 'mafê hêviyê' parastina aştiyê ye."   'Em ê aştiyê biparêzin'   Rêvebera şaxê Wanê ye OHD Rûbar Bartû, destnîşan kir ku "mafê hêviyê" pêdiviyek qanûnî û civakî ye û diyar kir ku divê Parlamento di vî warî de berpirsiyariyê bigire ser xwe û got, "Wekî OHD, em daxwaz dikin ku 'mafê hêviyê' tavilê were bicîhanînû parlamento bi lez û bez pêşnûmeyên qanûnên heyî yên derbarê 'mafê hêviyê' de bixe rojeva xwe û wan bike qanûn. Em dizanin ku bicîhanîna 'mafê hêviyê' wekî mecbûriyetek qanûnî û civakî bangek girîng e ji bo xurtkirina îradeya ji bo aştî û çareseriya demokratîk. Ji ber vê sedemê, em bang li hemû parêzer, saziyên demokratîk û gelê xwe dikin ku di mîtîngê de werin cem hev û berpirsiyariya parastina qanûn û aştiyê bigirin ser xwe."   Ji bo gelan banga beşdarbûnê   Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Mizgîn Avras, diyar kir ku divê pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin were hembêzkirin û got, "Ev mîtîng ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bikaribe pêvajoyê di şert û mercên çêtir de û bi azadiya fîzîkî bimeşîne tê lidarxistin. Em hemû gelan, bi taybetî gelê Kurd, vedixwînin mîtînga "mafê hêviyê" ku em ê di 25’ê Çileyê de li dar bixin. Perspektîfa ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin ji bo hemû gelan e; ji ber vê yekê, divê her kes tevli vê mîtîngê bibe."   Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê  Leyla Çelîk jî got jî, "Bi banga Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li welêt dest pê kiriye. Li gorî ruhê vê pêvajoyê, em di serî de dixwazin çarçoveya qanûnî ji bo Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah ocalan were avakirin. Em ê ji bo mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan li mîtîngê  bin. Ez hemû kesî vedixwînim mîtîngê."