HTŞ’ê êrişî girtîgeha Reqayê kir: Dixwazin DAIŞ’iyan rizgar bikin! 2026-01-19 13:26:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên hikumeta demkî êrişî girtîgeha Eqtan a çeteyên DAIŞ’ê tê de ne kir.   Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand ku çeteyên hikumeta demkî êrişî girtîgeha Eqtan a li bajarê Reqayê kirin ku bi sedan DAIŞ’î tê de hene.   QSD û YPJ’ê diyar kir ku êrişa li ser girtîgehê bi dronan û çekên giran tên kirin.   Şervanên QSD û YPJ’ê bersiva êrişê didin û diyar kirin ku ew ne berpirsên encamên van êrişan ne.