Ji sînorên Kobanê bertek: Rojava ne bi tenê ye 2026-01-16 09:32:01   Evin Çiftçi    RIHA - Jinan ji ser sînorê Kobanê derbarê êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gotin, "Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li kolanan bin."   Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), li herêma sînor a Pirsûs-Kobanê ya Rihayê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Heleb û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşmeya "Rojava hêvî ye, wijdan e" meşek hat lidarxistin.   Beşdaran bal kişandin ser berxwedana Kobanî ya 2014'an û diyar kirin ku ew amade ne bi heman ruhî destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.