Li dij hegemonya cîhana nû siyaseta civaka rêxistinkirî: Xeta 3'yemîn (2) 2026-01-16 09:03:16   "Bi kurtasî xeta sêyemîn dibe siyaseta civakê. Xwe dispêre tehayulên hevpar, pir alî û pir rêxistibûnê. Dibe siyaseta demokratîk ya îradeya civakê esas digire. Di vî alî de xeta sêyemîn tekabulê siyaseta avaker dike."   Yuksel Genç   Hegemonya-desthilatdariyê yekemîn têkiliya newekhevî, binpêkirin û li plana dawî hiştin li ser jinê kiriye û ev jî balê dikşîne ser aktorê sere ya siyaseta xeta sêyemîn. Li dijî têkoşîna li dijî newekheviyê, îtîrazê rêxistinkirî ya rojevî de nîqaşkirina xeta sêyemîn pêkan e. Jin îro azadiya li cîhanê rêxistin dikin, di asta ku têkiliyên hegemonîk red dike de pêş dikeve. Ev red, ne daxwaza wekheviya jin-mêr, ji bo her cureyê têkiliyê bigihêje azadiyê têdikoşe.    Jinan tunehesibandina dîrokî veguhertin têkoşîna hebûnê nirxên civakî jinûve li ser nirxên wekhevî û demokratîk ava kirin û ji bo vê têkoşîn meşandin. Riya ku azdiya jinê diçe azadiya civakî vekir. Ev xwe dispêre fik rû nêrîna ku azadiya jinê azadiya civakê pêk tîne û xeta sêyemîn xeta jinê ava dike ye. Îro hîmê kaosên di jiyana civakî de mîradeya desthiladarî ya serdestiya mêr e. Dema ev li ber çavan bê girtin redkirina her cureyê têkiliyên hegemonîk bi redkirina cîhan serdets ya mê destpê dike.   Di tevgera Kurd de rêxistinbûna jinan ku li ser îtîraza zayenda civakî wek çalakiya wekheviyê rû da, di demek kurt de ne wekhev, heman demê de li ser esasa azadiyê xwe dide runiştandin. Tevgera jinên Kurd di vê esasê de ewil bi zemîna xwe ya rêxistinikrî li diî hegemonya serdestiya mêr xwe diparêze û xurt dike, piştre jî ji mudaxîlbûna hegemonya mêr qût dibe û tecrubeyên pratîk û teorîk afirand.   Di rêgeza ku îradeya rêxistibûnê ya li ser navê jinê û der barê jinan de tevlibûnê esas digire de, krîtera esas a rêza azadiya jinê  wek encama tecrubeya têkoşînê hat jiyîn. Rêxistibûna xweser a tevgera jinên Kurd jî ku di her qada jiyanê de pêş xistiye, bir iya rêxistibûnê xweser û modela jiyana nû re ji siyaseta terza kategoriyên civakî yên cuda re bûye îlham û çavkanî….   Mînak herî şênber tercubeya Rojava, Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ligel vê li welatên din jî mînakên wisa hene.    Parastina nasnameyên cuda, nasnameyên cuda qebûlkirin, wekhevî pêşxistin esasê vê modelê ava dike. Aşkera ye ku ev rewş civakîbûna ku ya hemû kes tê hewandin û xwedî rêxistibûnên piraniyane, nîşan dide. Têkiliyên ku rêxistibûnên xweser bi hev re ava kirine, bi hevkarî û mekanîzmayên tevliker, civakademokratîk ava dibe.   Bi vê modelê re civak, derefetê ku jiyan li gorî xwe dînamîka civakê diguherîne bidest dixe. Xeta sêyemîn jî tam di vir de dibe siyaseta vê derfetê.   Bi kurtasî xeta sêyemîn dibe siyaseta civakê. Xwe dispêre tehayulên hevpar, pir alî û pir rêxistibûnê. Dibe siyaseta demokratîk ya îradeya civakê esas digire. Di vî alî de xeta sêyemîn tekabulê siyaseta avaker dike.   Civak çiqas bi rêxistin û siyaseta wê çiqas civakê rêxistin bike ewqas xeta sêyemîn ava dibe. Lê siyaset çiqas ji alî navendekê ve bê diyarkirin, civak çiqas bi encamên siyaseta navendî re bê rû hev, siyaset çiqas bibe hegemonya ewqas jî ji xeta sêyemîn dûr dikeve.   Di vê nokteyê de yên îdia dikin ku siyaseta xeta sêyemîn dimeşîn divê van her sê pirsan ji xwe bikin.   1- Ez çiqas xwe dispêrin rêxistibûnê, an jî min civak çiqas rêxistin kiriye, min rêxistinkirin çiqas hêsan kiriye?   2- Rêxistinbûnek çiqas siyaseta min diyar dike?   3- Min bi hêza civakek rêxistinkirî modelek nû an jî îdela cîhaneke alternatîf, tecrube û mînak bi xwe re ava kiriye?   Ev pirs îro hêmên rêxistibûna têkoşîna civakî ya li dijî pergala serdest ya mêr û kapîtalîzmê ava dike. Pirsên wekê di siyaseta alternatîf a ji derveyê pergalê de civak çiqas bûye kirde, mirov der barê jiyana xwe de çiqas xwedî maf in jî derdixe holê.   Nîqaşên xeta sêyemîn civakê digire navenda xwe. Têkiliyên newekheviyê yên deshtilatdarî hegemonyan diafirîne xurt nake û navbera wan de pirê jî ava nake. Civakîbûneke ku azadiya navbera wekheviyê de ava dike.   Xeta sêyemîn pêşî li tecrubeyên hegemonya desthilatdariyê digire, heta siyaseteke ku vê dîmakê xera dike temsîl dike. Avakirina vê siyasetê ne li ser tunekirina dewletê, xwe dispêra avakirina altenatîfekê. Avakirina jiyanek alternatîf a nû, bi rêxistibûneke xurt a di her qada jiyanê de, bi pratîkirina gotina civakî pêkan e. Avakirina têkiliyên azad, rêxistinkirina van toran a di her qadê de wê avakirina jiyaneke nû ya alternatîf ava bike.