‘Çavkaniya pevçûnan zîhniyeta HTŞ’ê ya yekparêz û dijminê jinê ye’ 2026-01-11 09:19:43   Melîke Aydin   STENBOL-Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar, diyar kir ku li pişt êrîşên HTŞ’ê yên li hember Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê xeta îdeolojîk ya gel û jinan tune dihesibîne heye û hêza gelê Kurd hedef tê girtin.   Êrîşên Hikûmeta Şamê ya Demkî yên li hember taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd yên Helebê û Rêvberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û çekên giran tên bikaranîn, qadên sivîl hedef tên girtin. Jin, zarok û kal û pîr rastî binpêkirinên mafê mirovan tên. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Arîfe Çinar der barê êrîşan de axivî.   ‘Ji zîhniyeta dijminê jinê ya HTŞ’ê pêk tê’   Arîfe Çinar got HTŞ yek fikrê diparêze, bawerî û gelan qebûl nake û got: “Jinan tune dihesibîne. HTŞ xwedî zîhniyeteke ku jinan li bazaran difroşeye. Hewl didin cudahiyan li ser nasnameya Ereb heyî bike. Xwedî zîhniyeteke ku ji Rejîma Baas pir şûndetir e. Armanca êrîşan tunekirina bawerî, gelan û nasnameyan e.”   ‘Dixwazin Kurdan ji derveyê parvekirinê bigirin’   Arîfe Çinar daxuyakirin ku yek ji sedema pevçûnan parvekirina petrol, av, gaz û dewlemendiyan e û wiha vegot: “Dixwazin Kurd nebin hêz. Ji ber vê wisa dikin. Dixwazin Kurdan ji derveyê vê parvekirinê bigirin. Polîtîkayên ku wan axan çawa parve bikin dimeşînin. Yek mijareke din jî ev e ku têkoşîna gel, bawerî û jinan tune bihesibînin. Di vê têkoşîna gelan de paradîgmaya netewa demokratîk esas tê girtin. Sedema pevçûnan ev e ku hebûna QSD’ê nayê qebûlkirin. Li aliyê din jî mutabakata 10’ê Adarê heye. Lê ew vê mutabakatê li gorî berjewendiyên xwe şîrove dikin û tevdigerin. Behsa entegrasyonê dikin. Lê dema vê dikin zîhniyeta ku hemû baweriyan li aliyekî bihêle heye. Ji bo pêşî li vê paradîgmayê bigirin vê rêbazê bikar tînin. Sedema pevçûnanji ber sedemên wisa pêk tê.”   ‘Tirkiye li pişt êrîşan e’   Arîfe Çinar diyar kir ku li pişt êrîşan Tirkiye jî heye û wiha vegot: “Tirkiyeyê bi xwe berê çeteyan da wir. Tirkiye li aliyê din jî bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dike. Wek alî dîtiye, wek muzakerevan dîtiye. Nakokî jî ev e. Li aliyekî dibêje pêvajo aştiyê li aliyê din jî piştgiriyê dide êrîşan. Em wek DEM Partî xebatên dîplomatîk dimeşînin. Em li Stenbolê bi saziyên civaka sivîl re ji bo mayîndebûna aştiyê xebatan dimeşînin. Divê demildest NY li dijî vê komkujiyê tiştên pêwist bike. Em banga têkoşîna hevpar li hemû aliyan dikin.”