Jinan 2026'an wek sala berxwedanê îlan kirin 2026-01-10 11:31:31 ENQERE - Jinên ji Tirkiye û Kurdistanê, li dijî polîtikayên desthilatdariyê daxwazên xwe biqêrin li Enqereyê miting li dar xistin û got: “Em ji Enqereyê îlan dikin; sala 2026'an wê bibe sala berxwedana jinan.”   Pêkhateyên Mîtînga Jinan, li dijî polîtikayên desthilata AKP'ê û MHP'ê ji bo daxwazên xwe bînin ziman li Qada Tandogan a navçeya Çankaya ya Enqereyê mitînga jinan li dar xist. Ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rêxistinên jinan ji bo mitîngê herikîn Enqereyê.    37 rêxistinên jinan û bi tevahî 60 kom bi dirûşmeya "Mîtînga Mezin a Jinan ji bo Maf, Jiyan û Azadiya Me" li ber îstasyona Metro ya AKM kom bûn. Li vir, jinên ji her ziman, nasname û paşxaneyan meşiyan û ber bi Meydana Tandogan, cihê mîtîngê ve meşiyan. Bi hezaran jin li pêşiya Navenda Çandê ya Ataturk hatin ba hev û li wir heta qada mîtîngê bi kortejan meş li dar xistin.   Jinên di meşê de pankarta “Em di jiyana azad û wekhev de bi israrin û li dijî tundiya dewleta zilam di raperînê de ne” vêkirin, bi dovîz hilgirtin û dest bi meşe kirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari, Hevşeredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û parlamenterên DEM Partiyê û gelek jin beşdarî meşê bûn. Jin di meşê de dirûşmên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana jinan”, “Jin, Jiyan Azadî” û “Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin” berz kirin.   Bi hatina qada mitîngê, mitînga jinan dest pê kir.    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tulay Hatîmogulları, parlamenterên DEM Partiyê, Hevşeredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û bi hezaran jin tevli mitîngê bûn.    Jinan li qada mîtîngê dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana jinan”, “Jin, Jiyan Azadî” û “Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin” berz kirin. Tevî barîna berfê û sermayê jî jinan li qada mitîngê bi stran û dirûşmeyan daxwazên xwe anîn ziman. Her wiha di qada mîtîngê de postera Rojîn Kabaîşê jî hat vêkirin.   Li mîtîngê bi zaravayê Kurmancî, Erebî û Tirkî daxuyanî hat xwendin. Metna Kurmancî ji hêla aktivîsta TJAyê Rojda Bedîa Akkaya ve hat xwendin.    Rojda Bedîa Akkaya anî ziman ku li dijî polîtikayên tundî û tunehesibandina jinan, bi hezaran jin li Kurdistan û Tirkiyeyê hatinê Enqereyê û wiha axivî: “Îro em dijî vê pergala ku jiyana jinê tune dihesibîne li vir in. Em xwedî li mafên xwe derdikevin. Em xwedî li jiyana xwe derdikevin. Em xwedî li ked û nasnameya xwe derdikevin. Em ji vir dubare dikin; Bêcezakirin dikuje. Bêcezakirin tundiyê mezin dike. Bêcezakirin tê wateya desteserkirina mafê jiyanê yê jinan. Em dipirsin; Jinek ku bi dehan caran serî li dewletê dabe, di bin gefan de be û parastinê bixwaze, dema bê kuştin, ma navê vê ne îhmal e? Navê vê berpirsyariya kujeriyê ye. Em ji vir ji desthilatdarîyê re bang dikin ku deynê we yê jiyanê ji jinan re heye. Ji bo Rojînê, ji bo Gulistanê, ji bo Ayşe Tokyaz û bi sedan jinên din, em edaletê dixwazin. Em nahêlin dosyayên ku bi navê ‘gumanbar’ tên girtin, bên jibîrkirin.”   Têkoşîna nasnameyê didin   Di berdewama axaftina xwe de Rojda Bedîa Akkaya destnîşan kir ku keda jinên karkêr tê erzankirin û got ku jin li rex polîtikayên tunehesibandinê ya dewletê jî bi erzan dîtina kedê re jî rû bi rû dimînin. Rojda Bedîa Akkaya bi lêv kir ku bi vê yekê tê xwestin jin li malê asê bimînin û wiha pê dê çû: “Em ji vir îlan dikin; Sala 2026an wê bibe sala berxwedana jinan. Em li vir in; Ji ber ku em li dijî desteserkirina şaredariyan, li dijî xespkirina vîna gel û li dijî girtina hevşaredarên hilbijartî ne. Em ji bo ku xwedî li vîna xwe û xwedî li mafê xwe yê hilbijartin û hatina hilbijartinê derkevin, li vir in. Em ji bo jinên Kurd û Elewî yên ku bi sedsalan e rastî komkujî û helandinê tên, têkoşîna nasnameyê didin, yên baweriyên wan tune tên hesibandin û daxwaza wam a ‘Hemwelatiya Wekhev’ li vir in.”   Parastina mafê jiyana jinan    Rojda Bedîa Akkaya bal kişand ser êrişên li dijî welatiyên sivîl ji aliyê hikumeta demkî ya Şamê û komên giredayî Tirkiyeyê ve li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di budçeya 2026'an de ji jinan budçe nehatiyê vêqetandin lê ji bo şer hatiyê vêqetandin. Em bûdçeya şer naxwazin; Em bûdçeya jiyaneke wekhev û azad dixwazin. Em ji bo ku daxwaza xwe ya jiyana bi hev re û di nav aştiyê de bilind bikin li vir in. Em li dijî gurkirina şer a li ber sînorê me, li Sûriyeyê, li vir in. Em ê li hemberî qetlîamên sivîl ên ku duh li Lazkiye û Suweydayê, îro jî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê pêk hatin, bêdeng nemînin. Weke jin, em careke din ji vî şerî re, ji emperyalîzma li ber sînorê me re dibêjin na. Em li dijî kuştina sivîlan, jinan û zarokan dengê xwe bilind dikin. Ji ber ku em dizanin; aştî tê wateya parastina mafê jiyana jinan.”   Piştî xwendina daxuyaniya hevpar, koma Koma Bandîsta derket ser dikê û stranên xwe gotin. Jinan jî tevî barîna berfê û hewaya sar li ber stranan bi berzkirina dirûşm û stranan daxwazên xwe anîn ziman. Mitîng bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.